Civak

Balefirxaneya herî mezin li hewlêrê ye

Hewlêr – Kerîm Şengarî wezîrê karûbarên navxwe yê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Koerya Başûr bi serokatiya birêvebirê balefirxaneya Seûlê kir.

Di hevdîtineke de heyeta mêwan armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê ji Şengarî re rave kir û da zanîn ku armanc ji vê serdanê, şopandina çewetiya meşandina karûbarên avakirina balefirxaneya Hewlêrê ye.

Heyeta mêwan eşkere kir ku, ev balefirxaneya nabdewletî a Hewlêrê dê bibe yek ji balefirxaneyên herî mezin li Rojhilata Navîn de û tekez kir ku, dîzayna wê jî li gor standarda navnetewî hatiye kêşandin.

Di dawiya hevdîtinê de Şengarî, ji ber cîhbicîhkirina çendîn projeyên girîng li Kurdistanê, li ser navê hikûmeta Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Koreya Başûr, kir.

Back to top button