Civak

Platforma Hevkariya Sivîl hate avakirin

Li Tirkiye 402 dezgehên sivîl, di bin navê Platforma Hevkariya Sivîl de hatin ba hev û platformek avakirin. Platformê civîna xwe ya  yekem pêkanî û di civînê de li ser pêwistiya destûrek nû hate sekinandin. Platformê piştî civîna xwe ya yekem daxûyaniyek belav kir. Di daxûyaniyê de hate ragihandin ku; Dê ev platform  destûrek sivîl amade bike û pêşkêşî parlementoyê bike. Herweha hate gotink u; ev destûra îro ya Tirkiye sedemê gelek astengane di rêya pêşketina civakî û demokrasiyê de, ji ber ku ev destûr, destûrek înkilabek leşkeriye û divê bête guhertin.

Back to top button