Civak

Balefira Nêçîrvan Barzanî tu piroblemên teknîkî nebûn

Di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokê hikûmeta Kurdistanê ku, ew bi xwe yek ji wan kesan bû yê ku, bi heman balefirê bi serokwezîrê Kurdistanê re, roja şemiyê borî, serdana bajarê Wanê li Tirkiyeyî kirî, wan hemû nûçeyên behis dikin ku, qaşo balefira serokweîzrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî li balefirxaneya Wanî binîşe rûbirûyê pirsgirêkên teknîkî bûye û çend deqîqeyan bi neçarî bi ser asîmanê Wanê de firiye.

Ergorşî li hember wan nûçeyan ecêmayîna xwe diyar dike û dibêje:

– Ew nûçe ji rastiyê dûr in û tu esas jê re nîne. Balefira serokwezîrê Kurdistanê bê pirsgirêk û di dema xwe ya diyar kirî de gihşte balefirxaneya bajarê Wanê. Ew sefer gelek normal û aram û bê piroblem bû. Me jî ji hindek kanalên mediyayî bihîst ku, tiştekî wisa çêbûye, lê di rastiyê de ti pirsgirêk nebûn û ew nûçe çêkirîne.

Back to top button