Balefir ketiye yan êxistine xwar?
Roja ku İranê bi fûzeya êrîşê hinek bingehên Amerikayê li Iraq û Kurdistanê kirî, balefirek ya Ukranya ku ji Tehran diçûya Kîevê piştî bi hewa ket çend xulekan kete xwar û 176 rêwîyên balefirê hemûyan jiyana xwe ji dest da.
Berpirsên Îranî di daxûyaniya xwe de gotin ku ev balefir di encama arizayek teknîkî de ketiya xwar û hinek pisporên biyanî jî di daxûyaniya yekem de gotin ku motora vê balefirê gelekî germ bûye û agir pê ketiye.
Lê berpirsên Îranê di cih de dan xûyakirin ku ew Kutuya reş ya ku hemû agahdarî lê kom dibin nadin welatên din. Îranê ev yek got da ku, sedema ketina balefirê ya rast xûya neke.
Ji aliyek din serokê Amerikayê da xûyakirin ku, ihtimala Îranê dema füze avêtîn Iraqê, dibe ku fûzeyek ya Îranê bi şaşitî li vê balefirê ketîbe . Wek din tê gotin ku ihtimale balefir di encama bûyerek teroristî yanî teqîna bombeyekî di hindirûyê balefirê de jî ketibe xwar heye.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî dibejeku didestê îstixbarata kanadayê de delîl hene ku ev balefir bi fûzeyan êxîstine. Di balefirê de 63 hemwelatiyên Kanadayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Sekreterê ewlehiya netewî yê Ukranyayê Aleksey Danilov dibêje ku di nava ihtimalên ku ku balefir ketî de êrîşa fûzeyan jî û çalakiyek terorîstî jî heye.