CîhanRojev

Balafirên Îsraîl êrîşî balafirxan a Şamê kir

Rejîma Esad îdia kir ku Îsraîlê balafirxaneya Şamê  û hin nuqteyên leşkerî yên li Sûriyeyê kirine armanca êrîşên ezmanî.

Li gor nûçeya SANA ajansa fermî ya Suriye, hat îdiakirin ku Îsraîlê li gorî saeta herêmî saet 00:45an de li paytext Şamê li dijî Balafirxana Şamê û hin nuqteyên hêzên rejimê êrîşên hewayî pêk anîn.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin û dibêje: “Sîstema me ya berevaniya hewayî piraniya mûşekên dijmin îmha kirin.”

Di derbarê êrîşê de ji aliyê rayedarên Îsraîlî ve ti daxuyanî nehat dayîn.

Tê zanîn ku ji bilî artêşa rejîmê, xalên leşkerî yên hêzên girêdayî Îranê û Heşda Şeibî li Şamê hene.

Rejima Esed di 6ê îlonê û 31ê tebaxê da daxuyanî dabû û gotibû ku Balafirxaneya Helebê ya li bakurê welêt jî bû armanca hêzên Îsraîlê û ji bo demekê hatiye girtin.

Back to top button