PAK: Em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin 

Keça Kurd Jîna  Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve hate desteser kirin. Polîsên  Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna  Emînî dikin û bi wî halê îşkence kirî , teslîmî malbata wê dikin. Keça Kurd  roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

Jîna  Emînî ji bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye û 22 salî bû.

Em ji ber kuştina keça Kurd Jîna  Emînî Dewleta Îranê şermezar dikin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê  û hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku  kuştina keça Kurd  rûreş bikin, şermezar bikin û li himberî Dewleta Îranê helwestê bigirin.

16.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: