Balafira bê firokevan ji aliyê berevaniya hewayî ya Iraqê ve hatiye xistin
Îro balefirek bê mirov li kerkûkê hate xistin. Li gora agahiyan ev balefir ya Tirkiye ye û armanca ku çavderiyê li herêmê bû.
Berdevkê Fermandehiya Polîsê Kerkûkê ragihand, tişta ku îro li Kerkûkê hat xistin, firokeyeke mezin a çavdêriyê bû ku ji aliyê berevaniya esmanî ya Iraqê ve hat xistin.
Li gora daxûyaniya berpirsên ewlehiya Kerkûkû; Artêşa Iraqê balefireke bê firokevan li nêzîkî navçeya Çîmanê kire armanc û li yek ji taxên Kerkûkê kete xwar.
Cîgirê Serokê Berevaniya Asmanî yê Iraqê li herêmê dibêje: Drona li Kerkûkê hatiye xistin, ji cureya “Anka” ya Tirkiyeyê ye. Ew dron ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî asmanê Kerkûkê bûye û ji Berevaniya Asmanî ya Federal destûr negirtiye, lewma wan ew xistiye xwarê.
Heriwha diyar kir, ji encama xistina dronê karkerek birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Herwiha ziyan jî gihîştiye mala welatiyekî.