Bakur Çime Xemdare? -2-

Sileman ÇakirDema em zarok jîyan çiqas xweş û em geş bûn. Serê sibehê em bi dengê bilbil ,teyrike û bi qeb qeba kewa hişyar di bûn.Li çar wext û 12 heyvê salê de kêf zindî bû bayê hînik Bedena me zindî dikir…Nanê tenûrê û nivişkê bê hormon, hingiv û mastê bê qeterojan tim jibon me amede bû.Di lingê me de çarox, ser Bedena me qutik û pêjeme ,lê ne şekerê me hebû û stres.Dawetê me çil şev û çil roj li dar bû lê me ne oje di porê xwe dide û makyaje sexte hebû. Fêkîyê me bê hormon bûn û sêvê hezîranî bi tâm bûn.Ne caq caq û pop bû, mûzîkeme zindî û radye Erîvan xweş û kêf bû sitran bi qedir û qîmet bûn..Di lingde xal xal,di pozde xizêm bû, por Kezî û çav bi kil bûn, por hinekirî bû.Lîstikê me bi kêf û şev û roj bûn.Rehm û wîjdan hebû, merhamet û qîmet hebû. .Êş û kûl ne ser bi ser bûn.Lîstikê me çemik û pelik, çav miçk û heftik bûn,ne qumar û cambaztî bû, edeb û hesîyet hebû. .Wext û dewran bê vir û hîle bû, cilkê me qewmî û reng pîroz bû.Dewran hat jîyan tar û mar bû, lîst liser lîstike liser me pêk hatin,mirin arzan bû, gûnd û bajar xerabûn..Ciwan neman,Malbat xerabûn..Zilm û menfeatperestî tim xûrt bû. Ziman winda bû hevaltî xilas bû.Ferman berdewam bûn, hawar û fîgan li şev û roj bû. .Silav xilas bû qewmîtî ber qebrê bû, li Bakur di her warîde ser bi ser xerabû. .Emniyet nema,silav xilas bû. .Bakûr tar û mar bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: