
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê belavbûna vîrusa Coronayê gelek zêde dibe û dixweyê cardin hinek tedbîrên ku rê li belavbûna Coronayê bête bigre têne girtin. Li bakurê Kurdistanê bajarê ku Corona herî zêde lê belav bûyî Sêrt e. Bûguman li gora berpirsên tenduristî û herweha li gora dezgehê odeya pizijkan sedemê herî mezin yê belavbûna Coronayê li Sêrtê xelkek vacsînê li xwe nadin û giringiya vacsînê piş guhê xwe ve tavêjin.
Li gora agahdariyên odeya pizijkan li Sêrtê karmendên tenduristiyê li vî bajarî % 30 vacsin li xwe nedane û naxwazin li xwe bidin. Li Sêrtê piraniya xelkê vacsînê li xwe nadin. Timên tenduristiyê li gunda digerin li Sêrtê ji bilî nexweşxaneya li bajara konên vacsînkirinê hatine vedan. Yanî herkesê bixwazê, bê ku randevuyekî bistine tenê nasnama xwe bide karmendên tenduristiyê dikare vacsînê li xwe bide.
Lê mixabin li Sêrtê xelk ne tedbîra li dijê belavbûna Coronayê digrin û ne jî vacsîna li xwe didin. Sedemê bingehîn guh nadin gotinên berpirsên tenduristî û hinek jî vê yekê wek pirsek siyasî didin xûyakirin. Lê di rastiya xwe de ev kesên wek pirsek siyasî didin xûyakirin bi zanebûn dibin sedemê mirina xelkekî. Nisbetê mirinê li Sêrtê gelek zêdeye. Lê ev yek bi fermi bi weke ji Coronayê dimirin nayê tomarkirin.
Taybetmendiyeka bajarê Sêrtê heye dema kesek dimirê li mizgehfta nawendi selatê dixwînin û li bajar herkes seh dike ku filankes miriye. Her mirinê di operloyên minareyan de bi xelkê didin hesandin. Carna rojane 10 heta 20 cara banga mirina xelkê didin.
Rewş li Sêrtê xirabe û cih di nexweşxanetan de nemaye … Eger cardin hinek tedbîrên tund neyên standin, wek qedexekirina derkeftina derve, dê rewşa Sêrtê ya ku metirsiydare xirbatir dibe.