Bahreyn jî li gel Îsrail peymanê îmze dike!

Li Rojhilata Navî de hêdî hêdî welatên Ereban li gel Îsrail peymana îmze dikin ku, hêdî pêwendiyên wan wek du welatan asayî dibe. Heta niha jî navbera piraniya welatên Erebî û Israîlê de rewşek awarte hebû. Gelek welatên Ereb li gel Îsrail wek di nava şerekî de bin pêwendî tunebûn û çavê dijminayetîyê li hev dinêrîna.
Tê zanîn ku Ereb rastiya Îsrail qebûl nakin û heta niha jî gelek welatên Ereba û Îran jî li gel îtirafê li heyîna Îsrail nakin û dibêjin divê ew dewlet ji holê rabe.
Lê pêwendiyên Îsrail li gel hinek welatên Erebî wek Misrê hebûn û heta balyozxane jî vekirîbûn. Niha pêwendiyên Îsrail û hinek welatên Erebî ber bi asayîbûnê ve diçe. Ji berî demekî Îsrail li gel Emiratên Erebî peymanek a asayîkirina rewşê îmze kir.
Niha jî Bahreyn li gel Îsrail heman peymanê îmze dike.Bê guman asayîbûna pêwendiyên Îsrail û welatên Erebî ji bo aşitiya herêmê gavek erênî ye.