Bahçelî: Civîna Îmraliyê û DEMê gava destpêkeke bi xêr e
Li ser banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civînên koma partiya xwe de, Parlamenterê DEM’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Herkes mereqa helwesta Bahçelî di vê derbarê de dikir. Bahçelî di peyama xwe ya sala nû de bal kişand ser hevdîtina heyeta Partiya DEM’ê ya li Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî. Derbarê mijarê de Bahçelî got, “Hin beşên vê civînê ku bi giştî di çapemeniyê de cih girtin, ne tenê demokrasî û hêviyên bi biratiya Kurd û Tirkan bi awayekî rewa xurtir kir, di heman demê de ji bo destpêkek bi xêr û xweş bû. Di dawiyê de divê gav bi gav gav bi encamên erênî û konkret bên ragihandin.”
Bahçelî daxûyaniya xwe de dibêje: Di şert û mercên nû de, di konjonktura ku hatî guhertin de, li himber hêza Tirkiye, mayina rêxistina terorê PKK/YPGê li rojava yan rojhilatê Firatê li gel bakurê Iraqê xwe bisekine bûye xenek. Tasfiyekirina wê neçar e. Armanc û kiryarên terorîstî yên ku ji erdên cîran pêk tên, ti qadên operasyon û manevrayê nemaye. Yan dê çek bêne binaxkirin yan jî dê kesên çek destê wan de bimînê dê bi çekan ve bêne binaxkirin.
Bahçelî dibêje: Di vê çarçoveyê de daxuyaniyên hikûmeta veguhêz a ku li Sûriyê hatiye avakirin bi hêviye û cihêkeyfxweşîyê ye. Ne li hundir û ne jî li derve dê teqez tu tawîz ji terorê re neyê dayîn.
Komara Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bi jîr û cesaret dimeşîne û wê bidomîne. Di vê qonaxê de ku em gihîştine, birayên me yên Kurd çîroka hundirîn a lîstika bi xwîn a ku tê lîstin xwendin, bi kesayetên navdar ên xiyanetê nas kirin, hemleya kuştina emperyalîzmê dîtin. Ji ber vê sedemê jî hewla rêxistina terorê ya cudaxwaz ji bo îpotekkirina vîn û pêşeroja birayên me yên Kurd têk çû. Di navbera tirkan û kurdan de, ji hev cudabûnê derbikevin û bi ferzkirina biratî û cudaxwaziyê hewl bidin ku biratiya hezar salî xera bikin, armanceke pûç e.
Nasnameya neteweya Tirk a ku bi biratiya Tirk-Kurd di asteke mezin de hatiye avakirin û zindîkirin, heq dike ku bibe sembola rûmet û azadiya demokratîk a sedsala nû. Cihê gumanên bêwate, destavêtinên bi mebest û xapandinên bêbingeh nîne. Tiştekî bi navê çareserî û destpêşxeriya nû nîne. Tiştê ku heye û divê hebe ew e ku muxatab bi awayekî aktîf, bê şert û merc, bê hesab, bê sextekarî, bi awayekî pêbawer û rast, ji bo rizgarî û paşeroja neteweyî, destwerdanê bikin. Demek ji bo westandin û windakirinê nemaye.
Bahçelî behsa hevdîtina Ocaln û DEMê jî kir û got: Civîna ku di 28ê Kanûna 2024an de di navbera nûnerên Îmraliyê û DEMê de hat lidarxistin û hin beşên vê civînê ku bi giştî di medyayê de cih girt, ne tenê demokrasiyê û hêviyên bi biratiya kurd û tirkan bi hêztir kir, di heman demê de bû lezek ji bo pêvajoyê û destpêkek xweş. Divê ji gotinê derbasî çalakiyê bibe û di dawiyê de gav bi gav ber bi encamên erênî û konkretve herê..