Babeşêxê nû diyar kirin

Wekîlê Mîrê êzdiyan aşkera kir, Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhaniyan û Rûspîyon êzdî babeşêxê nû diyar kirin.

İro 14.11.2020ê wekîlê Mîrê kurdên êzdî Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand, ku îro li Duhokê Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhanî û Rûspiyên êzdî piştî guftûgo kirinê Şêx Elî Baba Şêx wek Babeşêxê êzdiyan hate diyar kirin.

Danîna Babeşêxê êzdiyan piştî koça dawî ya Xirto Hacî Îsmaîl ku Babeşêxê êzdiyan bû û roja 01.10.2020ê di temenê xwe yê 87 saliyê de li Hewlêrê koça dawî kir.

Nerîna min :