CîhanPolîtîk

Azadiya Kurdistanê – dê Peymana nexêr a Sykes-Picot biherifîne!

Van rojan 100-saliya Peymana nexêr a Sykes-Picot e ( 09-16 Gulan a sala 1916an). Ev lihevhatina di navbeyna Britanya Mezin – Fransa û çariya Rusyayê bû bîngeh a tevlîhevî, krîz û dijberiyên herêma Rojhilata Navin di pêvajoyek a qirnekî (100 salî) de! Bêbextî/ nexêriya herî mezin a vê pêymanê bû dabeşkirin û perçekirina welat û neteweyê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye jî: niha eşkere ye ku kilîda herifandina vê pêymana gemarî jî, dê bi destê neteweyê Kurd û welatê Kurdistanê be!Di sedsaliya Sykes-Picot de, pêvajoya dewletbûna Kurdistanê (di destpêkê de li Başûrê Kurdistanê) naverokek xwe ya gelek sembolîk û nîşangîr heye. Gava pêvajoya serxwebûna Kurdistanê bi rê ket, heman demê pêvajoya têkçûn û herifandina Sykes-Picot jî destpêdike.Peymana nexêr a Sykes-Picot, di jorên/odeyên hotelên pênc stêrkî yên diplomatik de bi rastkêşê di navbeyna hêzên mezin – Britanya, Fransa û Rusya de hate danîn. Vîn û îradeya gelan, ol, mezhep û neteweyan li pêş çav nehate girtin û bû egera van tevlîhevî û krîzên mezin ku li Rojhilata Navîn tên jiyandin. Lê, têkçûna vê pêymanê dê bi iradeya gelerî û di destpêka de ya netewe/welatê Kurdistanê pêk were. Dem dema wê ye. Her alî û cîhan jî dizane ku tu rastkêş di pëvajoyek dîrokî de nikarin vîn û îradeya netewe û welatan têk bibin.Di sedsaliya Peymana nexêr a Sykes-Picot de, carek din em bûn û pêvajoya tevayiya vê peymanê rûreş û tewanbar dikin. Hêvîdar in ku netewe/welatê Kurdistanê bi azadî û serxwebûna xwe di sala 2016:an de, bibe bîngeh a têkbirina vê peymana gemarî… 13 Gulan 2016Rojhat AmedîBerdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye

Back to top button