Polîtîk

Azad Berwarî: Îraqê pêwîstî bi pirensîpê tewafiqê û pêkanîna anîyeke niştimanî a berfireh heye

Duhî li Hewlêrê Azad Berwarî cîgirê serokê hiûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Maykel Aron berpirsê nû yê giropa piştevaniya Îraqê li parlamentoya Berîtaniyayê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de Maykel Aron got ku Berîtaniya bi cidî li têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Berîtaniyayê divêre,. û got: Her kîjan partiya serke li Berîtaniyayê li ser hukim be, helwestê hikûmeta Berîtaniyayê li hember Kurdistanê nayê guhertin.

Berwarî di axaftina xwe de tîkeliyên navera herêma Kurdistanê û Berîtaniyayê bi giring wesif kirin û got ku Berîtaniya welatekî gelek giringe û bi hêzeke mezin şarezaye di karûbarên Îraqê de.

Li dor hilbijartinan jî cîgirê serokê hikûmetê got tevî wan guhertinên di nexşeya siyasiya herêm kurdistanê de çêbûyn û beşdarbûna herêma Kurdistanê bi awayekî pir lîsteyî di hilbijartinên Îraqê de, lê belê divê hemû alî li ser meseleyên giştî û berjewendiyên bala yên gelê Kurdistanê yekdeng bin.

Berwarî tekîd li ser helwestê serok Barzanî kir û got ku Îraqê bi berdewamî pêwîstî bi pirensîpê tewafiqê û pêkanîna anîyeke niştimanî a berfireh heye.

di berdewamiya axaftina xwe de cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku wezîfeya seeke a hikûmeta Îraqê a bê divê avadankirina Îraqê û xizmetkirin agelên Îraqê be.

Herêma Kurdistanê jî wek hertim dê beşek be ji çareseriya nakokiyên tayîfî be.

Back to top button