Serxwebûna desthilata dadweriyê şertê sereke yê serketina sîstema qanûn û demokrasiyê ye.
Hewlêr – Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Medhet Mehmûd serokê konseya hakimên Îraqê kir û di civîneke hev de her du aliyan tekîd li ser giringiya serxwebûna desthilata dadweriyê kir û her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku serxwebûna dadweriyê şertê sereke yê serkeftina sîstema qanûn û demokrasiyê ye.
Serokê hikûmetê di axaftina xwe de got: Serxwebûna dadweriyê û parastina wê ji desttêwerdanan, şertê sereke yê jîngeheke saxlem e ku tê de erk û mafê welatiya tê de parastî be. Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona ku desthilata dadweriyê li herêma Kurdistanê ku, beşeke sereke a sîstema destûrî û demikrasiyê ye li Îraqê, serbixwe be, bi kiryar kar dike. Desthilata dadweriyê divê ji swebixwe û bêalî be. Di vî warî de hikûmeta herêma Kurdistanê gavên mezin avêtine.
Her du vê civîna navbera serokê hikûmeta Kurdistanê û serokê konseya hakimên
Îraqê behsa hemahengî û têkeliyên berdewam yên di warê desthilata dadweriyê de di navbera Îraqê û herêma Kurdistanê kir.
Di vê çarçoveyê de Berhem Salih got ku divê ew hemahengî û peywendî timamkerên hev bin û di xizmeta pêşxistin û hişiyariya siyasî bin.
Medhet Mehmûd serokê konseya hakimên Îraqê got: Em naxazin desthilata dadweriya herêma Kurdistanê dibin destê desthilata dadweriya Îraqê de be. Lê em dixazin têkeliyên berdewam û hevseng ku di berjewendiya parastina qanûn û ruha qanûnparêziyê de bin, di navbera me de hebin.