Kultur

Aynûr jî konserên xwe yên Kurdistanê paşxist

Aynûr Doxan, xanima hunermenda navdara Bakûrê Kurdistanê, biryar bû çendîn konseran li çend bajarên Bakûrê Kurdistanê encam bide, lê belê hemû konserên xwe ji bo yek mehê paşxist.

Aynûr li torên civakî de ragihandiye ku konserên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê ji bo heyvekî paşxistiye. Her çende sedema paşxistinê eşkere nekiriye, lê belê konserên Aynûr li bajarê Ruhayê roja 5ê nîsan û li roja 8ê nîsanê li Mêrdînê, 9ê nîsanê jî li Diyabekirê hebû. Ew kesên ticket û biletê konserê kirîne dikarin bi heman biletê li van konserên Aynûr de amade bibin.

Back to top button