Nivîsar

AXÎNEK Jİ BAKUR TÊ!

Yan divê hemû beşên PDK Bakur bibin yek û bi siyasetek serbixwe û Kurdistanî rûpelekî nû vekin, yan jî divê kesên ku ji siyaseta PDK Bakur ne razî ne lê dildarên Rêbaza Barzanî ne xwe komî ser hev bikin û gavek nû bavêjin.

Nûrî Çelîk

PDKT piştî şehîdkirina Saîd Elçî û heta îro li ser navê Rêbaza Barzanî hertim xwestine di bin sîya PDK Başûr û Barzanîyan de siyasetê bikin. Vê yekê hem ziyan daye PDK Başûr û Barzanîyan; û ziyana mezin jî daye PDKT û evîndarên Rêbaza Barzanî.

Bi vê helwesta şaş û xelet rêvebirên PDKT hem barê PDK Başûr û Barzanîyan girantir kiriye û hem jî PDKT û Rêbaza Barzanî li Bakurê Kurdistanê lawaz kirine, têk birine û ji hev tar û mar kirine. Heger PDKT giranîya xwe dabûya yekîtî û kar û xebata Bakurê Kurdistanê, wê îro rewşa Bakurê Kurdistanê cuda bûya, belkî evqas malkambaxî nedihat serê Kurdên Bakur.

Heger PDKT siyasetek bi wesayet û îcazeta PDK Başûr nemeşanda û giranîya xwe bida xebata Bakur, belkû îro hêz û alternatîfek xurt û Kurdistanî li Bakur hebûya û belkû PKK û dewleta Tirk jî îro nikarîbûna vê tofan û bobelatê bînin serê Başûrê Kurdistanê. Yanî, siyaseta bi wesayet û îcazet ji faydeyê zêdetir xisar û ziyan daye PDK û Rêbaza Barzanî.


Ji ber nakokîyên pûç û mahne û sedemên vala îro xebata li Bakurê Kurdistanê xitimiye û qad û meydana xebata Kurdewarî bê sermiyan maye. Di vir de sûc û gunehên partîyên siyasî û bi taybet jî yên rêvebirên PDK Bakur pir e. Ji bo qada xebatê bê xwedî û bê sermiyan nemîne, ji bo piştgirî û alîkarîyek rasteqîn ji Rêbaza Barzanî û Barzanîyan re bê kirin, yan divê hemû beşên PDK Bakur bibin yek û bi siyasetek serbixwe û Kurdistanî rûpelekî nû vekin, yan jî divê kesên ku ji siyaseta PDK Bakur ne razî ne lê dildarên Rêbaza Barzanî ne xwe komî ser hev bikin û gavek nû bavêjin.

Di serî de Kurdçiyên ku di demên borî de xizmet û fedakarîyên mezin ji bo PDK û Rêbaza Barzanî kirine û dikin, xwe komî ser hev bikin. Di bin çi navî de dibe bela bibe, bêyî ku kes hevdu tohmetbar bike; divê rûpelekî nû vekin û bi ruh û fedakarîyek Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê ala siyasete dewletxwazan bilind bikin.

Axîna Bakur bi rihê Kurdistana gewre û bi xurt kirina siyasetek Kurdistanî û li dijî siyaseta xwefiroşa li seranserê Kurdistanê, û bi taybet li Başûrê Kurdistanê bibin sîper û mertalê destkeftinên dewleta federe.

Back to top button