Polîtîk

Awusturya vîzeya taybet dide welatiyên Herêma Kurdistanê

Awusturya (Nemsa) vîze bi hevnîştimaniyên Herêma Kurdistanê dide û navendekî pêdana vîze jî vedike, ku ji wan welatên din cûdaye.

Ji bo vê mebestê, şandekî hevbeşa Awusturya û Slovanya ku ji Alfred Biratanêk Cîgirê Serokê Nûnerê Balyozxaneya Nemsa li Amman, Luduîç Muk Berpirsê beşa vîze ya li Wezareta Derveya Awusturya û Anton Pîrînc li beşa vîzeya Wezareta Derveya Slovenya li Herêma Kurdistanê ne û îro li gel Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Kurdistanê civiyan.

Biratanêk mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê zelal kir û wî jî vekirina navendeke taybet ji bo pêdana vîze bi hevnîştimaniyên Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê êdî welatî ji bo wergirtina vîze serdana Ammanê nekin.

Her çende (13) welatên biyanî li Herêma Kurdistanê vîze didin, lê belê cûdahiya vê navendê eweye ku ji aliyê kerta taybet ve tê birêvebirin. Eve jî wekî beşek ji siyaseta karkirina hevbeş ya navçeyên herêmayetiyan û welatên nêzîkên ku beşekî zêdeyê karubarê pêdana vîze bi kerta taybet û navendên bazirganiyan tê dayîn.

Back to top button