Di çarçoveya xebat û gavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bona çaksaziyan di warên cuda de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya tîmeke şareza û pispor ji wezareta bergiriyê a Amerîka, Birîtaniya û Almaniyayê, di warê encamdana çaksaziyan li wezareta pêşmerge gavîn cidî diavîje.Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîr, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê, wezîrê pêşmerge û berpirs û fermandarên wezareta pêşmerge, di civînekê de roja yekşemê 07.05.2017ê, tîmeke navdewletî ku ji wezareta bergiriyê ya Amerîka, Birîtaniya û Almaniyayê pêk tê, rapora xwe ya ji bona avakirina hêzeke xurt, pirofesonal û organîzekirî ya pêşmerge xiste ber destê beşdarên civînê û ew rapora şareza û pisporên serazî ji 35 xalan pêk tê,Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, ji bona hevkkarî û alîkaiyên berdewam, berê û niha, ji bo herêma Kurdistanê, sipasiya welatên hevpeymanan kir û got ku piştî sala 2003ê herêma Kurdistanê zêdetir giraniya xwe dabû ser avadankirina Kurdistanê, ne dirustkirina hêzeke leşkerî, Herêma Kurdistanê wisa hizir dikir ku eger her êrîş û gefek bê ser Herêma Kurdistanê arteşa Îraqê dê bergiriyê jê bike û hikûmeta federal ji parastina welêt bi giştî berpisiyar e, lê digel êrîş û gefên terorîstên DAÎŞ, mixabin, hemû rewş û hvsengî hatin guhertin, ji ber hindê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike. Serokwezîr got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li pirojeyê şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Birîtaniya û Alamniyayê dike û di civîneke civata wezîran de dê vê pirojeyê bike mijara gotûbêjan daku paşî bê pesind kirn. Piştî ew piroje li civata wezîran tê pesind kirin dê ji bo serokê Herêma Kurdistanê bê hinaratin daku fermana pêwîst li ser bide.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: