
Pêvajoya referendum û serxwebûna Kurdistanê bi pirakîtîkî dest pê kiriye û hindek gavên cidî jî di vî warî de hatine avêtin. Partiya Demokrata Kurdistanmê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bona amadekirina referendum çend caran bi hev re civiyan û çend biryarên giring dan û li ser wê yekê li hev kirin bi hayeteke mişterek serdana hemû alî û rêxisitnên Başûrê Kurdistanê bikin û ji bona amadekirina refeerndûmê komîteyek bê pêkanîn ku nûnerên hemû aliyên siyasî di wê komîteyê de cî bigirin.Piştî pirsa referndûma ji bona serxwebûna Kurdistanê bi germî ketiye rojeva Başûrê Kurdistanê, hindek berprisên Îraq, dewletên cîran û hindek aliyên din li dijberiya xwe li hember referndûmê ragehand.Tevgera Goranê jî, bi hêceta ku hêşta ne dema referendum û serxwebûnê ye, li dijî referndûmê derket. Tevgera Goran ji bona ku cemawerê xwe razî bike bi teorî diyar dike ku ew bi referendum û serxwebûnê re ye lê ji endamên xwe re dibêje ku, hêşta dema wê yekê nehatiye. Di warê piraktîkî de, Tevgera Goran, weke bereyê dijberê referendum tê zanîn û bi kar û kiryarên xwe vekirî li dijî amdekirina referndûmê ye; pêşwazî li heyeta mişterek ya PDK û YNK nekir ku bi wan re pirsa referndûmê gûtobêj bike, nûnerê xwe ji bo komîteya amadekirina referndûmê nehinart û beşdariy di tu çalakiyên referndûmê de nake.Parlamenterên Tevgera Goran li Bexdayê di hemû ka rû çalakî û minaqeşeyên xwe di yekparçeyîya Îraqê diparêzin û di bereyê Nurî Malikî ku bi bereyê Îranê tê naskirin, cî giritye. Di navbera Malikî û Goran de rêkeftinek heye ku di hilbijartinên Îraqê yên bên de Goran piştevniya Malikî bike ku bibe serowkezîrê Îraqê û Malikî û Îran jî Goranê li Kurdistanê xurt bikin û kelem û astengiyan li pêşiya pêvajoya serxwebûnê çêbikin.