Cîhan

Atena jî tevlîhev bû

Li paytaxta Yewnanîstan Atenayê xelk li dijî tedbîrên Hikumeta Yewnan ketin kolanan û di navbera polês û xelkê Yewnanê de pevçûnên bi tund hatiye jiyandin.

Xwepêşandarên Yewnan li dijî polêsan bi molotof kokteyliyan êrîş birin û gelek polês bi şewatê re, rû bi rû man.
Hat daxuya kirin ku ji ber pevçûnên polês û xwepêşandaran 3 polês bi awayekî giran brîndar bûn û bi dehan tirimbêlên polês jî hatiye şewitandin.

Xelkê Yewnan di serî de li ber Wezareta Aboriya Yewnanîstanê û li gelek cihên girîngê kom bûn û bi awayekî tundî êrîşî polêsan kirin. Polêsên Yewnan jî li dijî xwepêşandaran bombeyan gaz bikaranîn.

Ji aliyekî dî jî grûbek ji xwepêşandaran cûda bûn û xwe wekê ‘’Anarşîst’’ û  ‘’Dijberên Desthilatdar’’ nîşan dan. Grûba Anarşîst li ser polêsan wekê baran Molotof koktoylî barandin. Di pevçûnê de gelek polêsên Yewnan bi şewatê re rû bi rû man.
 
Hate ragihandin ku piştî belavbûna xwepêşandaran hêdî hêdî jiyana Atenayê jî ber bi asayîbûnê ve diçe.

Back to top button