24'ê Reşemî
24’ê Reşemî
Di sala 1920’an û di rojekî wekê îroyê de li Elmanyayê Partiya Karkerên Alman a Nasyonal Sosyalîst hatiye damezrandin.
Partiya Karkerên Alman a Nasyonal Sosyalîst
Partiya Karkerên Alman a Nasyonalsosyalîst (bi almanî: Nationalsozialistische Deutsche Arbeiterpartei, NSDAP) ango navê partiya alman a di bin desthilatdariya Adolf Hitler de ji sala 1933 heya 1945’î bi fermî xebat kiriye ye.
Hîmê partiyê li ser neteweperestiya rasîst û xebat û jiyana têr-dîsîplînî hatiye avakirin. Wekî partiya desthilatdariyê hatibû birêxistinkirin û perwerdekirin. Herwiha Serokê partiyê jî Adolf Hitler bû.
Rêxistina yan saziya SS (Schutzstaffel) jî girêdayî vê partiyê bû. Tê zanîn ku SS tevlî komkujiya cihû, çîgan û hemî dîlên di destê almanan de yên bin eslê xwe ne aryan bûn dibe.
Rêveberên Partiyê:
• Adolf Hitler (1889–1945)
• Ernst Röhm (1887–1934)
• Gregor Strasser (1892-1934)
• Hermann Göring (1893–1946)
• Rudolf Heß (1894–1987)
• Joseph Goebbels (1897–1945)
• Heinrich Himmler (1900–1945)
• Joachim von Ribbentrop (1893–1946)
• Martin Bormann (1900–1945)
• Wilhelm Frick (1877–1946)
• Baldur von Schirach (1907–1974)
• Hans Frank (1900–1946)