Polîtîk

Ew jî endamê Ergenekone

Di çarçoweya lêpirsina Ergenekonê de belgeyên li ser têkîliyên PKK û Ergenekonê yek bi yek derdikevin holê.

Li gorê nûçeya rojnameya Tirk ya Haberturkê Mîr Alay Levent Bektaş ji bo sucdar kirina hevalê xwe hatiye darizandin. Lê Bektaş di dema rûniştina  dozê de belgeyek derxist holê û li ser vê belgeyê parastina xwe kir.

Mîr Alayê Artêşa Tirk û girtiyê Ergenekonê Levent Bektaş di rûniştina dozê de ji bo dadgeran fotografek pêşkeş kir û da zanîn ku 6 mehan li başûrê Kurdistan maye.

Mîr Alayê Artêşa Tirk û girtiyê Ergenekonê Levent Bektaş di rûniştina dadgehê de hemî îdiayên li ser xwe red kir û got: Ez digel serperiştê ku hatiye sucdar kirin, tevlî PKK’ê bûn. Me bi hev re xebat kir. Çima ez navê leşkerê xwe bidim ? Ew idiayên ku hatine xwendin ji aliyê polêsek ve hatiye çêkirin.

Bektaş di dawiyê rûniştinê de parastina xwe kir û diyar kir ku ger hîn kes di derhaqa min de dek û dolaban çêkiriye û digel dadgehê ji min re dibêjin xaîn. Na ! min ji bo welatê xwe bi dehan sal li hemberê terorîst û xaînen şer kir. Ger kesên ku ji min re bêjin xaîn, ew bixwe xaînin. Her tişt lihîstokê û dixwazin li ber xelkê Tirk navê Artêşa Tirk û Hêzên Çekdarî yên Tirk reş bikin.

Back to top button