Aşurî li Kurdistanê kongreya xwe amade dikin
Hewlêr – Şandeyeka serokatîya Aşûrîyên cîhanê , ya ku ji çend Aşûrîyên Amerîka û komara Islamîya Îranê pêkhatî bû, serdana Kurdistanê kirine , doh di dîdarekê de li gel Dr. Kemal Kerkukî ragihandin , ku dê di behara bihêt de kongireyeka taybetî ji Aşûrîyan re li Kurdistanê bihêt sazkirin û dê di vê konferensê de Aşûrîyên akincîyên derveyî welat jî amade bibin û dê ji nêzîk ve bi çavên xwe pêşkevtinên Kurdistanê bibînin.
Di heman demê de vê Şandeya han şadbûna xwe bi dîdara li gel serokê parlementoya Kurdistanê da nîşandan û da xuyakirin , ku bi hebûna asayîşê û tenahîyê di herêma Kurdistanê de kêfxweşin. Herweha Şandeya Aşûrîyan da xuyakirin , ku gîyanê lêborînê û hevdupejirandinê di navbera pêkhatên neteweyî û olî de li herêma Kurdistanê nimûneyî ye.
Di hember de serokê parlîyamenta Kurdistanê Kemal Kerkûkî piştevanîya parlîyamenta Kurdistanê ji bo xwişk û birayên krîstîyanên li herêma Kurdistanê da nîşandan û hêvîya serkevtinê ji ewan re xwezt.