Nivîsar

Şer

Di 4ê vê mehê de (sibat), wezîrê derve yê Israyîl  daxuyaniyek da û tê de got:
 ”Nama me ji Esed re divê zelal be: eger şerekî nû bibe dê tu yê ne bi tenê di şer de têk biçî, lê her weha tu yê desthilatdariyê jî ji dest bidî. Tu û malbata te jî”.

Ev daxuyanî tûjtirîn daxuyanî ye ko ji aliyê Israîl ve ji rêjîm û malbata Esed re tê, ji roja ko malbata Esed desthilatdariya sûrî bi dest xistiye..Her çiqasî xwediyê vê axaftinê ji aliyê tundrewê hikûmetê ye jî lê ji ber ko wezîrê derve yê Israîl e loma pêwîst e ko ji dil bê nirxandin. Herweha dibêje ko tu caran şerên bi ereban re bi xistina rêjîmên erebî, bi dawî nehatiye, bi ser ko Israyîl di hemî şeran de qezenc kiriye…Bi wateya ko pêwîst e ji niha û pê ve ev yek di hişan de be, û wendakirina şer dikare ji dest xistina desthilatê bi xwe re bîne..Ji xwe di rêjîmên dêmokrat de, desthilatdariya ko şer wenda dike ji ber xwe dev ji kar berdide û lêborîna xwe ji miletê xwe dixwaze, lê li rex rêjîmên weke Beès û Nasirî û hwd..de  berûvajî ye, desthilat xwe xurtir dike û perçiqandina milet dijwartir dike.. Ev dîtina nû dikare gelek tiştên girîng bi xwe re di pêşerojê de bîne..

Her çiqasî çavdêrên siyasî dibêjin ko ev axavtin di çarçova nakokiyên di navbera aliyên hikûmeta koalisionê de tê, lê di baweriya min de  ev hişyarî ji di çarçova amadekariyên şerê bi Îranê re tê kirin, nemaze eger mirov livên siyasî yên vê dawiyê yên Emrîka li herême ber bi çav bigre.. Her hal divê Sûrya vê namê baş fêm bike ji ber ko parêzerê rêjîma sûrî, piştî hêrvandina rêjîma Seddam, îsraîl bi xwe bû û eger ev parêzer niha weha bêje û gefan li rêjîmê bike, dêmek amadekarî ji bo hinek guhertinan dest pê dike.. Bi kurtî ji vê axavtina wezîrê derve yê Israîl tê fêm kirin ko, di şerê bê de ji rêjîma Esed tê xwestin ko ji mana li ser kursî, yan jî piştgîriya Îranê û hevalbendên wê , bi taybet Huzbullah,  yekê ji wan ji xwe re bibijêre, yan ya herî kêm bê alî bimîne di şerekî muhtemel de..

Wa diyar dibe weke ko hilbijartin hêsan e û bê goman wê mana li ser hukim bibijêre, lê di rastiyê de ne wusa  hêsan e..!Îran û huzbullah ji bo Sûrya hem hêzekî aborî û leşkerî xurt e hem jî destê rêjîmê di Lubnan de ye..Hinek çavdêr dibêjin ko Îran perekî pir dirijîne ji bo bandora xwe li ser rêjîma sûrî zêde bike û tê gotin ko di vî warî de, ta radeyekê bi ser ketiye..

Warekî girîng î dî yê axavtina wezîrê derve yê Israyîl girîng ew bû ko, wêdetir çû û serokê sûrî gunehbar kir û got:”Jiyana mirovan û nirxên mirovayetiyê jê re ne girîng in, ew bi tenê bi desthilatdariyê mijûl e”
Ev yek pir rast e, û yek armanceke bi tenê ya rêjîma sûrî heye û ew jî parastina desthilatdariya xwe ye..Her tiştên din hemî di xizmeta vê armancê de têne bi kar anîn..Tu nirx li ba vê rêjîmê nînin û pir bê exlaq e..Netewa Ereb, Filestîn, îdiyolocya, têkiliyê bi îranê re, Huzbula, Hemas pirsa Iraqê û hwd..Hemî qurbana mana li ser hikum dibin..!!

 Israyîl naxwaze şerekî bi Sûrya re bike, ji ber ko Ji sala 1973an ve û ta nuha eniya şer ya di navbera Sûrya û Israyîl aramtirîn enî ye, û ji hêrivtina rêjîma Sedam û vir ve rêjîma sûrî her bi dev (bi derewan ) û bi kirin (Iraq, Lubnan û Filestînê) ji Roava û Israyîl re dide xuyakirin ko eger hun rêjîma min biguherin dê rewşeke weke ya îraqê li welêt peyda bibe (kaos) û wê islamîstên fendîmêntal desthilatê bistînin, û bê goman wê guhertina vê rewşê niha, ne di berjewendiyên Israyîl  û Roava de be, lê ji bo amadekariyên şerekî bi îranê re pêwîst e ko Sûrya berteref bibe, û xwe dûrî îranê û Huzbulah bike, yan na wê neçar şer li herêmê peyda bibe..Hisabê Huzbula li cem Israyîl mezin e ji ber ko dikare Israyîl aciz bike..Loma rola Sûrî girîng dibe û pêwîst e ko tirsek bigihiyê da ko ber Huzbullah hinekî bigre û eniya şer ya Lubnan aram bimîne gava ko Israyîl derbeke leşkerî li himber projê Îranê yê nuklerî pêk bîne..

Bi vî awayî xuya dike ko berjewendiyên hevbeş di nav rêjîma sûrî û Israyîl û Emrîka û Ewrûpa de hene, lê ev lihevhatina berjewendiyan ne mumkin e ta dawî bi vî rengî dewam bibe, ji ber ko rêjîma sûrî hem xwe garantî dike hem jî pelikên di destê xwe de, li himber berjewndiyên van terefan, bi kar tîne û li deverên weke Iraq, Lubnan û Filestînê hêzên (têrorîst!) destek dike..Ev yek sînorên wê hene û ji rêjîma sûrî tê xwestin ko vê leystika du alî rawestîne, loma jî du rê li pêşiya rêjîmê hene, yek jê yan wê hevkariyê bi Roava û Israyîl re bike yan jî bi Îran û hêzên tundrew re..Daxuyanî ya dawî jî di vê çarçovê de ye..Riya siyem jî li gor hinek siyasetmedarên emrîkî û ewrûpî ew e ko rêjîma sûrî balansekê têxe navbera têkiliyên xwe bi Roava û Îranê de..Lê ta çi radeyê wê karibe her dû aliyan razî bike, ev ciyê gomanan e.!

Rêjîma sûrî dizane ko têkiliyên bi Ewrûpa û Emrîka re wê ne erzan bin weke ko bi van hêzên din re, û herweha baweriya wê bi tu kesî nayê ji ber bingiha vê rêjîmê ya dîktatur û malbatî û tayîfî, loma wê tim xwe nêzîkî wan karên ko bi destê xwe ava dike, bibîne..Ji ber ko bi vî awayî garantiya xwe baştir saxlem dike..Loma di dawî de û her çiqasî Ewrûpa û Emrîka xwe nêzîk jî bikin wê nakokî derkevin û berjewendiyên herdû aliyan li dijî hev derkevin û rastî bê holê..Şer jî dikare derkeve eger tu pêşketin di warê aşîtiya li herêmê de pêk neyê..Şerekî weha, weke şerê Iraqê, dikare fersendên nû ji bo guherînên girîng veke..

Şerê bi Îranê re êdî hêdî hêdî nêzîk dibe û hemî alî divê xwe ji rewşeke nû re amade bikin, bi taybet rêjîma sûrî..! Gelo ev şer dikare dawiya vê rêjîmê bîne weke ko wezîrê derve yê Israyîl dibêje? Ev yek wê rojên bê nîşanî me bidin..!

Kamîran Haco      
13/02/2010

Back to top button