
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, hejmarek êrişên têkderane li Herêma Kurdistanê hatin pûçkirin ku hinek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine plankirin û xwestine kiryarên têkderane bikin û hin berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Di daxuyaniya Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Hin plangerên van hewldanan têkiliyên wan bi kesên li derveyî Iraqê û niştecîhên welatên Ewropayê re hene û ji aliyê wan ve hatine rêvebirin. Ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armancên wan êrîşên teroristî, hatine hişyarkirin û rêkarên pêwîst ji bo parastina diplomatkar, xwediyên kar ên biyanî yên li herêma kurdistanê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de detayên sê dosyayan hatin eşkerekirin. Encûmena Asayişê jî bi riya Intirpolê daxwaza hevkariyê ji hevkarên navdewletî dike ku alîkarîya girtina wan kesên ku destê wan di van bûyeran de hene û li derveyî Herêma Kurdistanê bikin.
Dosya Yekem:
Di vê dozê de 12 gumanbarên ku pêwendiya wan PKK’ê re hene. Herwiha çend kesên din ên têkildar li çend welatan û Ewropa jî di nav de rûniştine hene. Wan plan kirine êrîşî ser konsolosxaneyekê li Hewlêrê bikin, dîplomatên li konsolosxaneyê teror bikin û êrîşî kompanyayên wî welatî yên taybet li Herêmê bikin.
Hêzên Asayişê piştî ku bêtirî çar mehan çavdêrîya wê grûpê kir, karîn wan gûmanbaran desteser bikin. Encûmenê Asayişê wiha got: “Du ji wan gumanbaran welatiyên Sûriyê ne.”
Dosya Duyem:
Di vê dosyê de, 8 kes û hemû welatiyên Iraqî ne hatine girtin. Wan hewl dne parêzgarekî Herêma Kurdistanê teror bikin û gelek kiryarên tundûtûjiyê li Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Duhokê bikin. Ew gûmanbar dê di demeka nêzîk de li gor madeya 21 a yasaya 21 a sala 2003 bên ber dadgehê.
Dosya Sêyem:
Piştî dûvçûn û operasyoneke berfireh a Dijehewalgîriyê bo heyama zêdetir ji salekê, polîsan karîn heft kesan desteser bikin ku hemû welatîyên Iraqê ne. Ew beşek ji torekê in zanyariyên hewalgîrî û leşkerî derbarê sazî û berpirsên hikûmetê de kom dikin.
Li gor daxuyaniyê, vê torê plana kuştina payebilindekî hewalgîriyê û dadwerekî danîne û zanyarî bi çend aliyan re ku PKKê jî di nav de veguherîne.
Ev operasyonana nîşana wê didin ku metirsiyeteke berdewam li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê heye, lê hêzên Asayişê bi awayekî çalak erkên xwe pêk tînin û bi ti awayî rê nadin ku rewşa ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.