Asayîşa Kurdistanê Daxuyaniyek belav kir

Teqîna îro li ber avahiya Asayûşa Gîştî ya Hewrlêr çêbûyî gelek hemwelatî bûne qurban. Li gora agahdariyên herî dawî 6 kesan di nav de 4 karmendên asayîşê jî hene jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndarin.
Li gora malperek Erebî rêxistina terorîst ya El Qaîde pişgiriya xwe ji bo vê bûyera teroristî daye xuyakirin.
Rêveberiya Encûmena Asayîşa Kurdistanê di vê derbarê teqîna Hewlêr daxuyaniyek ji bo raya giçtî ragihand.
Rêveberiya Encûmena Asayîşa Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
“Îro (29.09.2013) saet 13:24 (bi dema Hewlêrê), êrişek terorîstî li dijî avahiya rêveberiya Asayişa Herêmê hat kirin. Di destpêkê de otombîleke ji curê mînbûs hewl da derbasî nav avahiya asayişê bibe lê hêzên asayişê teqe lê kirin û di encamê de otomobîl li ber deriyê serekî yê asayişê teqiya. Lê di heman demê de 4 kesên xwekuj bi çek û narincokan hewl dan derbasî nav avahiya asayişa Hewlêrê bibin lê her çar terorîstên han ji aliyê pasewanan ve hatin kuştin.
Piştî çend deqeyan, terorîstek bi ambulansekê nêzîkî avahiya asayişê bû û piştî ku hat sekinandin, ji aliyê xwekuj ve hat teqandin.
Di encamê de 6 terorîst hatin kuştin lê mixabin di dema bersivdayînê de 6 karmendên asayişê şehîd bûn û 42 kes ji karmendên asayiş, polîs û berevaniya sivîl birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêvîdar in ku birîndarên bûyerên îro jî di demek kurt de baş bibin. Lê em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku êrişên bi vî awayî me li hember terorîstan bihêztir dike.
Êrişên îro di demekî de hatin kirin ku Herêma Kurdistanê di nav ezmûneke mezin a demokrasiyê de bi ser ket û ev jî nîşan dide ku dilnexwazên Kurdistanê naxwazin vê serkeftina Kurdistanê bibînin.
Piştî 6 salan ev cara yekem e ku li Herêma Kurdistanê tiştekî wiha diqewime lê bêguman di heyama van 6 salan de gelek caran hewlên bi vî rengî hatine dayîn lê ji ber hişyarbûna hêzên asayişê hatine pûçkirin.
Nabe em jibîr bikin ku Herêma Kurdistanê li navçeyek aloz de ye û hewlên dilnexwaz û terorîstan bo têkdana aramiya Kurdistanê bidawî nayê ji ber wê jî em ji welatiyên ezîz dixwazin ku alîkar û piştevanên me bin bo parastina asayiş û mal û canên xwe.
Daxwaza me ji we ew e ku dema we tiştek şikber dît zû me agahdar bikin ji ber ku hevkariya we mezintirîn faktor bo valaderxistina planên terorîstan e.
Terorîst şêwaz û planên nû bo lidarxistina êrişan bikar tînin lê em we piştrast dikin ku bi hevkariya welatiyan emê hemû hêza xwe bo pûçkirina wan planan bikar bînin.
Di dawiyê de em ji welatiyan dixwazin ku girêdayî pîvanên ewlehiyê bin û hevkariya me bikin bo parastina ewlehiya welatê me.”