Polîtîk
Artêşa tirkiye wê Kobanê dagîr bike

Rojnamevaneke tirkiye eşkere dike ku leşkerên tirkiye bi çekên xwe yên giran li ser tixûbê Kobanê bi cîh kirîne û ev yek jî nîşan dide ku tirkiye dixwaze êrîşî Kobanê bike.
Îhsan Kaçar rojnamevanê tirkiye ragihand ku piştî êrîşa vê dawiyê ya tirkiye li ser Kobanê ku di encamê da sê kesan canê xwe ji dest dan, niha tirkiye amadekariyeke mezin kiriye ku êrîşî Kobanê bike.
Eve di demek daye ku doh Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku êrîşa tirkiye li ser Kobanê êrîşeke terorîstiye û daxwaz ji tirkiye kir ku êrîşa deverên sivîl yên Rojavayê Kurdistanê neke. Lê belê ev axaftina Pompeo jî ji tirkiyê re wekî ronahiye keske ku berdewam bike.