Encûmena Wezîran a Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan pêk hat. Piştî bidawîhatina civînê, berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag di konfranseke de ragihand, “Ew gotinên ku dibêjin rejîma Sûriyê dê hêzekê bişîne Efrînê ne rast in. Eger gaveke wiha bê avêtin, encamên him bo Tirkiyê, him bo Sûriyê û him jî ji bo herêmê dê gelek giran bin.”Bekir Bozdag tekezî li ser berdewambûna operasyona Tirkiyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistamê kir û diyar kir, “Operasyona Şaxa Zeytûnê dê li gor pilana hatiye danîn berdewam be û helwesta Tirkiye di vê mijarê de zelal e.”Bozdag di derbarê egera operasyoneke li dijî Minbicê jî got, ‘Helwesta Tirkiyê zelal e. Eger Amerîka YPGê ji wê deverê nekişîne, ya pêwîst em ê bikin. Hêvîdarim em vê mijarê bi diyalogê çareser bikin.’Daxuyaniyên Bekir Bozdag di demekê de ne, îro jêderên fermî yên Hikûmeta Sûriyê ragihandibû, li gorî rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûriyê de, artêşa Sûriyê dê di çend demjimêrên bê de derbasî nav bajarê Efrînê bibin.Lê Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd îşev ji K24ê re aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close