Cîhan
Artêşa Sûrîya Nû tê avakirin..!
Kesayetiyên ku Fermandarê Beşa Operasyonên Leşkerî Ehmed El-Şeraa di nava artêşa Sûriyê ya nû de rêzên leşkerî dane kî ne?
Bi awayekî Artêşa Sûriya nû tê avakirin. Ehmed El-Şeraa heta niha ev erk di nava Artêşa Sûriya nû de kifşkirine.
- Serleşker Murhef Ebû Qesra: Bi navê Ebû Hesen el-Hemawî an Ebû Hesen 600 tê naskirin, ji bajarokê Halfaya li parêzgeha Hemayê, fermandarê baskê leşkerî yê Heyet Tehrîr el-Şame. Ew wek Wezîrê Parastinê hat tayînkirin.
- Serleşker Elî Nûr El-Dîn el-Na`san: ji bajarokê Teybet el-Îmam li parêzgeha Hemayê.
- Tumgeneral Mihemed Xêr Hesen Şueyb, ku bi navê Ebû El-Xêr Teftenaz tê naskirin. Serkirdeyekî leşkerî li Heyat Tehrîr el-Şam.
- Tumgeneral Ebdulrehman Husên El-Xetîb, Ebû Husên El-Urdûnî. Welatiyê Urdunî, serkirdeyê leşkerî li Heyet Tehrîr el-Şam.
- Serfermandar Ebdul Ezîz Daûd Xodaberdî (Ebû Mihemed Turkistan): Ew ji hindikahiya Turkistanî li Çînê ye, serkirdeyekî Heyet Tehrîr el-Şam e.
- Tûggeneral Abdo Mihemed Serhan: Emîrê berê yê Eniya El-Nusra li Xûtaya Rojhilatî, Sûriyeyî ji Xûtaya Rojhilatî ye.
- Omer Mihemed Cifçî, Muxtar El-Tirkî, ew jî Tirk e, serkirdeyê leşkerî li Heyet Tehrîr el-Şam
- Kolonel Abdul Semrez Beşarî: Ebû Qetada Albanî, neteweya albanî, serkirdeyê leşkerî li Hey’et Tehrîr El-Şam
- Albay Ehmed Îsa El-Şêx: Fermandarê firqeya Suqur el-Şam, Sûrî ye ji parêzgeha Idlibê.
- Albay Ehmed Rizq: Serkirdeyekî di tevgera El-Zenkî de, kesayetiyek dilsozê Heyet Tehrîr El-Şam.
- Albay Mihemed Zîa el-Tehan: Ebû Salih el-Tehan, serokê koma Ceyş el-Ehrar.
- Albay Husên El-Obeyd: serkirdeyekî leşkerî di tevgera Ehrar El-Şam de.
- Kolonel Cemîl el-Saleh: efserekî veqetandî û serokê koma Ceyş el-Îza.
- Kolonel Mulan Tarsun Abdul Semed: Ew ji Tacîkistanê ye, û serkirdeyekî Hey’at Tehrîr el-Şam e.
- Albay Ala Mihemed Ebdulbaqî: welatiyê Misrî, serkirdeyê Heyet Tehrîr el-Şam.
- Albay Binyan Ehmed El-Herîrî: Sûrî ji Derayê, serkirdeyê Heyet Tehrîr El-Şam.
Dema ku agahiyên nû peyda bibin dê navên nû li lîsteyê zêde bibin.