Artêşa Îsraîlê: Me êrîşeke bejayî ya bi sinor li dijî Lubnanê da destpêkirin
Artêşa Îsraîlî sibeha Sêşemê got ku wan “operasyoneke sînordar û armanckirî li dijî Hizbullah” li başûrê Lubnanê dest pê kir.
Artêşa Îsraîlî dibêje, ew deverên ku ew êrîş dikin, nêzîkî sînorê wê ne û rasterast metirsîya Îsraîlê ne. Got jî: balafirên şer piştgirîya operasyonê dikin.
Artêşa Îsraîlê doh nîvê şevê bi tundî paytexta Libnanê Beyrût bombebaran kir. Karbidestên ewlekarî yên Lubnanê gotin ku Îsraîlê şeş caran paytext bombebaran kir.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, artêşa Îsraîlê hêzên xwe ber bi sînorê Lubnanê ve birin. Îsraîl beriya niha hişyarî dabû niştecihên başûrê Lubnanê ku ji wir derkevin.
Roja Duşemê, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Îsraîl dê operasyoneke bejayî ya sînorkirî li dijî Hizbullaha Lubnanê bike. Berdevkê Wezareta Derve got.”Ew [Israîl] operasyoneke sînordar li nêzîkî sînor dikin ku binesaziya Hizbullah dike armanc,”