Cîhan

Arteşa azad îranî û rejîmê jî tirk azad kirin

 

 

 

Ji bo serbestkirina çar hemwelatiyên Tirk ên ku di destên rejîma Sûriyê de dîl bûn, 48 îraniyên ku di destên leşkerên muxalifên Sûriyê de bûn hatin serbestkirin.

Li gor ragîhandina Ajansa Xeberan a Farisê ku wê jî wek çavkanî desthelatdarekî Sûriyê daye nîşandan: Di meha agustiyê de 48 hemwelatiyên Îranê ji aliyê hêza leşkerî ya dijberan ve hatibûne revandin.

Herweha du hefte berî niha jî çar pîlotên Tirk li nêzê balafirxaneya Helebê ji aliyê leşkerên rejîma Sûriyê ve hatibûn desteserkirin.

Behsa desteserkirina pîlotên Tirk çendî ku ketibû medyayê jî, lê belê sererkaniya giştî ya Tirkiyê nikar kiribû û derewîn derxistibû.

Lê va ye niha ev xebera bi sosret derket holê û ji aliyê Ajansa ragîhandina Xeberan a Farisê ve hate piştrastkirin.

Yanî eger bi kurtî bê gotin mesele weha ye: Muxalifên Sûriyê 48 dîlên Îranî serbest kirine û leşkerên Rejîma Sûriyê jî 4 pîlotên Tirk serbest kirin.

Gotineke Pêşiyan heye, weha dibêje: ”Wê ev hevîr pir av hilîne.” Xuya ye ku wê ev xeber jî pir bête gerrandin û mejiyê xelkê serobin bike.

 

Rojeva Kurd

 

Back to top button