Arteşa Amerîka êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

 Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn êrîşa berê sibehê ya îro ya Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn General Michael Eric Kerala di tweetek de ragihand, “Em êrîşa îro danê sibê ya Îranê ya bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

General Michael Eric Kerala, êrişên Îranê bi neyasayî bi nav kir û got, ev êrîş jiyana welatiyên Iraqê dixe metirsiyê û serweriya Iraqê binpê dike.

Her wiha got: “Êrîşên bi vî rengî aramiya Iraq û Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.”

Îro berbanga 21ê Mijdara 2022an Kelha Demokrat li Koye, baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Banegewr û Zirgiwêzê û kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bajarokê Behrikê yê li parêzgeha Hewlêrê hatin bombebarankirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: