PolîtîkRojev

Armanca PDKê yekrêziya aliyên siyasî ye ji bo duristkirina yekdengiyê

Endamêkî Serkirdayetîya Partiya Demokrata Kudistanê (PDK) û endamê lîjneya danustandinp yê PDKê ligel hizbên Herêma Kurdistanê, ragihand armanca PDKê yekrêziya aliyên siyasî ye ji bo duristkirina yekdengiyê.

Biryare PDK ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive û di çarçoveya wan hevdîtinan de PDK îro ligel Komeleya Îslamî civiya. Elî Hûsên ji BasNewsê re axivî û da zanîn PDK wê ligel hemû hizbên di nava hikêmetê de ne û ne di nava hikûmetê de ne û opozîyon bicive û wê civînên PDKê berdewam bikin.

Herwiha Elî Hûspn da zanîn armanca PDKê yekrêziya aliyên siyasî ye ji bo duristkirina yekdengiyê ye û ew hewl didin keşeyên heyî çareser bikin.

Di berdewamiyê jî de Elî Husên tekez kir yek ji armanca wan a serekî jî ew e ku li Bexdayê fraksiyonên Kurdistanî yekrêz bin û dakokiyê li ser mafên Herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button