Armanca çapemeniya PKKê derew û manîpulasyon e…
Çapemeniya PKKê, propagandaya nêrînên otoriter, totaliter, faşist, Kemalîst, Stalînst, Baasîst dike. Ev jî dibe sedema nekokî û dijminitiya nav civatê. Di heman dem de ji bona ku ew nêrînan ne demokratik in, ji unîterîzmê, yekanebûnê, faşizm û dîktatoriyê re bingeh ava dike.
Îbrahîm GUÇLU
Di dewlet û civatan de çapemenî xwediyê mîsyoneke mezin e. Hemandem de di dewlet û civatên modern û demokratik de çapemenî xwediyê roleke mezintir e. Çapemenî bi gelek awayan şikil dide dewlet û civatan. Loma çapemenî di dewlet û cıvatan de him rola baş û him jî rolekî xirab dilîze. Gel him ji aliye êrenî de û him jî ji aliye neyênî dike xwediyê şiûrekê.
Çapemenî, di dewlet û civatên faşist û otoriter û totaliter de rolekî gelek xirab dilîze.
Çapemenî di dewlet û civatên faşist û otoriter û totaliter de her demê xizmetî desthilatdarî û dîktatoriyê dike; daxwazên desthilatdarên barbar tîne ser zimên. Ji bona ku desthilatdariya li dijî gel dom bike dibe alîkar û rolekî mezin dilîze. Serê gel bi faşîzmê û bi bîrûreyên dîktatorî tije dike.
Lê çapemenî di civat û dewletên demokratîk de gorî qerektera xwe xwediyê du mîsyonan e. Di dewlet û civatên demokratik de, beşek çapemenî ji desthilatdarî re dibe alîkar. Dixwaze ku her dem karen hikûmet û desthilatdarî rast nişan bide.
Lê hemberî vê çapemeniyê, çapemeniyeke mixalîf heye. Ew jî desthilatdarî û hikûmetê rexne dike. Daxwazên gel tîne ser zimên.
Di dewlet û civatên demokratik de çend kategori çapemenî hene. Di demokrasiya rasteqîne de çapemeniya mixalif her dem desthilatdarî û hikûmetê rexne nake. Dema ku desthilatdariyê û hikûmetê karen baş û projeyên baş bi kar anîn, ji wan re jî piştgirî dike û wan dipesîne.
Heger bi giştî çapemenî bê terîf kirin, “çapemenî ragihandinê tîne ser ziman. Weke amûrên ragihandinê televizyon, rojname, kovaHegerr, radyo, înternet û hwd têne ser ziman. Di roja me de, di temenê ragihandinê de çapamenî gelek şax û lingên wê pêşketine. Di roja me de dema ku bahse çapameniyê tê kirin, qadak giring bahse wê tê kirin. Çapemeni weke rêya ragihandin a gihiştina zanînê û ragihandina rûdaw û pêşveçûnên ku di nava civatê û bigiştî kî li cihanê ku dibin. Mirovê ku têde kar dike Rojnemavan a. Bi nasnema rojnemavantiyê kar dike.”
Rêxistin û partiyên siyasî jî çapemenî bi kar tînin. Rêxistin û partiyên siyasî gorî qerekterên xwe çapemeniyê bir kar tînin.
Rêxistin û partiyên demokratik çi mixalîf bin û çi jî desthilatdar bin, çapemeniyê bi awayekî demokratik bir kar tînin, zêde derew bi kar naynin û manîpulasyonê nakin. Her şertî hesap dike. Qasî ji wan hat gor hiqûqê tevdigerin. Heqeret nakin. Mafê her kesî didin berçav.
Ji bona çapemeniya rêxistin û partiyên ne demokrat, pîvan tûne ye. Hiqûq nas nakin. Mafên tu kesî nadin berçav. Propaganda xwe li ser derew û manîpulasyonan ava dikin û dimeşînin.
Ji bona çapemeniya rêxistinên terorîst hîç pîvanek tune ye. Ji bona rêxistinên terorîst, her tiştek rewa û meşru ye. Rêxistinên terorîst ji bona ku barbarî û xirabiyên xwe yên hovane meşru nişan bidin, her rê mubah dibinin û her derewan jî dikin û her manîpulasyonekê jî pêk tînin. Çapemeniya rêxistinên terorîst wek dezgeheke şerê qirêj dom dike. Ji bona di nav gel de tirs û xofê çekin propaganda dikin armanc.
PKK wek rêxistineke projeya dewletên kolonyalist û terorîst û li dijî kurdan, di 30 salên dawî de bû xwediyê çapemeniyeke gelek xurt. Gelek rojname, kovar, radyo, telewîyon di propagandaya xwe de bi kar anî. Çapemenî û dezgehên çapemeniyê, gorî qerektera xwe meşand.
Di çapemeniya PKKê de derew, manîpulasyon, li dijî hiqûqê û mafên mirov tevgerandin, mêjî şûştin, bû stratejiyeke gelek aşkere û xurt.
Çapemeniya PKKê, propagandaya nêrînên otoriter, totaliter, faşist, Kemalîst, Stalînst, Baasîst dike. Ev jî dibe sedema nekokî û dijminitiya nav civatê. Di heman dem de ji bona ku ew nêrînan ne demokratik in, ji unîterîzmê, yekanebûnê, faşizm û dîktatoriyê re bingeh ava dike.
PKK, ji bona vê yeke, ji derveyî xwe rêxistinên din rewa qebûl nake. Loma jî di jiyana xwe de ji bona wan rêxistinan li hemû beşên Kurdistanê ji holê rake xebat kir û xebat dike. Loma her dem êrîşî rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê dike. Serok û xebata wan meşrû qebûl nake. Ji bona ku pêşiya xebata rêxistin û partiyên Kurdistanê bigre her barbarî kir û nûha jî ew karen xwe didomîne.
Dema li ceribandina PKKê li hemû beşên Kurdistanê were meze kirin û şirove kirin, ev tehliya û ev xeteriya gelek aşkere tê dîtin.
PKKê dîsa ji vê yekê di nav rêxistina xwe de û li derveyî xwe mixalefetê qebûl nake. Loma jî bona mixalefet ji holê rabe her xirabiyekê dike. Encama ev nêrîna wan bi deh hezaran kurdperwer li çar beşên Kurdistanê bi deste PKKê hatin kûştin.
Çapameniya PKKê êrîşker û heqaretparêz e. Ji derveyî rastiya xwe ku rastiya wan jî derew in, tu rastiya nas nakin. Ji rastiyan re rêz nagrin. Loma jî yek alî ye.
Çapemeniya PKKê li dijî hêjayiyên Kurd û Kurdistanê êrîşker e. Li dijî dewletbûna kurdan e. Bûyeran û rastiyan beravajî dike.
PKK bi çapemeniyê dezenfermasyonê dike.
Gelek kurdperwer ji bona ku PKKê nas dikin, nakevin bin bandora propagandaya PKKê ye.
Hezar mixabin, gelek insanê dorê/wasat jî di civata Kurdistanê de bi propagandeya PKKê tên xapandin.
Lê gelek rewşenbîr, hûnermend, nivîskarên Kurdistanê, dikevin bin tesîra propagandaya derewîn û manîpulatîf yên PKKê. Ew xapandina wan jî dibe sedem ku gel jî bê xapandin.
Beşek rewşenbîr, hûnermed, nivîskarên Kurdistanê jî baş dizanin ku PKKê derew û dezenfernasyonê dike, lê ji bona berjewendiyên xwe yên rojane û kesayetî ji PKKê û ji xirabiyên PKKê re piştgirî dikin. Ev grûba insanan jî dibin sedem ku xelk bêne xapandin.Piştgiriya PKKê bikin.
PKKê di 30 salên dawî de dijminitiya rêxistinên Başûrê Kurdistanê bi riya çapemenî dike PKKê,. serê endamên xwe bi propaganda û çapemenî şûşt û wan jî êrîşî PDK û YNKê kir. Bi hezaran pêşmerge kûştin. Bi riya çaapemenî ev şehîdkirina pêşmergeyan rewa nişan dan.
Piştî 2005an dema ku bi referandûmê bi Makezagona nû Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, PKKê ev car jî, ji bona ku serweriya Kurdistanê nas neke, hiqûqa li Kurdistanê binpê bike, çapemeniya PKKê dest bi propaganda û dezenfernmasyonê û manîpulasyonê kir.
“Armanca propagandeya çapemeniya PKKê li ser derewan avakirîn de Barzanî hene. PKK wan bi xiyanetê û xevkariya dijminan itham dike. PKK gelek bi zanebûn û ji nawendek taybet vê yekê rêve dibe. (…)
“Gelek kes heta aliyên siyasî newêrin behsa derew û kirêtiyên PKKê bikin. Ji ber ku ditirsin û newêrekin. Lê dikarin her tiştekî behsa PDKê bikin. PDK hinek cara bersiva hinek derewên PKKê dide lê piraniya cara hevce nabîne ku vê yekê jî bike. Eger PDK karê xwe bike bersivdana derew ê boxtanên PKKê gerek karek din neke.
“Her gava erênî ku desthilata herêma Kurdistanê tavêje ,wek tu darekî li difna PKKê bidî aciz dibin û dest propagandeyên ne rast dikin.
“Niha PKK ev e. Ne tê guhertin û ne jî stratejiya xwe ya ku rê li dewletbûna Kurda digre xwe didealiyekî. Lê ewên ku, bi navê hûnermendî û rewşenbiriyê dibin dûvikên wan divê bêne teşhîr kirin.
“Ji aliyek din ve hinek nivîskar di medya PKKê de bi hewarî zemînê şerekî li dijê PDK amade dikin. Ji xwe PKK bi hemû imkanên xwe yên media êrîşê PDKê dike, PDK heman tiştê nake û bersiva derewên medya PKKê jî nadin. Çekdarên PKKê di mala PDKê de êrîşê Pêşmergeyan dikin û wan şehid dikin. PDK bersiva wan bi vî awayî nade, PDK toleransek berfireh nîşan dide.
“PKK dibêje ku, PDK dikeve di nava herêmên gerila de. Gelo ev herêmên gerîla li kûderêne? Li Diyarbakirin, li Botane, li Serhedêne ku PDK ji başûr diçe wan dorpêç dikie? Ew cihên ku dibêjin herêmên gerilane xaka başûrê Kurdistanê ye û di bin desthilata hukumeta herêma Kurdistanê de ne. Erka hukumeta Kurdistanêye ku li wan deveran cih bibe û ewlehiya xelkê Kurdistanê cih bi cih bike. Bi sedema ku PKK li deverêye bi sedan gund vala bûne û dev ji mal û milkê xwe berdane bar kirine çûne bajaran.Devera ku çekdarên PKKê lê dimînin bûye qada şerek qirêj û jiyan ji xelkê deverê re kiriye dojgeh.
“PKK di siyaseta xwe de, gelek vekirî li dijê dewletbûna Kurdaye . Gelo ne gelek balkêşê ku, PKKê gundek yan jî taxeka bajarekî li bakurê Kurdistanê azad nekiriye û li başûrê Kurdistanê cih bûye û bûye tehdidek mezin li ser serweriya Kurdistanê. Her kesek yan jî aliyek rastiya heyî nebîne dibe pîyonek a leyiztika PKKê pêk tîne.” (Rojevakurd-Analîz)
Enqere-Qoser, 12. 08. 2021