Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser malbatên penaber û kêm diramet hatin belav kirin.Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya hejmarek rêxistinên xêrxwazî û kesayetiyên dewlemend, Alîkarî û pêdawîstiyên rojên cejnê li ser 6850 malbatên penaber û malbatên kêm diramet li Herêma Kurdistanê dabeş kirin.Li gorî daxuyaniyek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku kopiyek jibo BasNews hatibû şandin. Di roja berî cejnê de Dezgehê bi alîkariya çend rêxsitin û kesayetiyên dewlemend ji Herêma Kurdistanê pêdawîstiyên cejnê li ser malbatên penaber li kampan û derdora kampên li Herêma Kurdistanê belav kirin. Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya xêrxwaz Ehmed Hacî Xefûr mirîşk li ser 1790 malbatên kampa Barîke li Silêmaniyê dabeş kirin.Ji aliyekî din ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemahingî ligel Heyva Sor a Îmaratî, Alîkarî li ser 372 malbatên Şehîdan û zarokên sêwî belav kirin. Bo her malbatekê 2 zembîlên xwarin, pêdawîstiyên tendurûstî û cilên zarokan hat dan.Di heman demê de Dezgehê li Kampa Gewîlan li qeza Berdereş bi alîkariya xêrxwaz Cafer Resûl Ismaîl mirîşik li ser 274 malbatî belav kir û pêdawîstiyên malê li ser 1371 malbatî jî dabeş kirin.Li kampa Berdereş Dezgehê bi alîkariya Rêxistna Xwarinê ya Cîhanî zembîlên xwarinê li ser 2178 malbatî belav kirin. Di helmetek din de jî dezgehê Cil, Xwarin û Şêraniya cejnê li ser 54 malbatên navçeya Botan dabeş kirin.Li kampa Beherkê û Herşem jî dezgehê goştê qubaniyan li ser 1200 malbatên penaber belav kir, Jib o her malekê 2 kîlo goşt hate dan. Li kampa Gewîlan û Dîbege jî goştê qurbaniyan li ser 2 hezar mal hate belav kirin bi alîkariya Heyva Sor a Îmaratî. Herwiha alîkarî li ser hezar malbatên penaber ku li bajaran niştecîne hate belav kirin û 4emîn roja cejnê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser erkê xwe goştê qurnabiyan li ser 800 malbatên kêm diramet li nahiyeya Qesrê dabeş kir