Aqilê Hevbeş
Şerefxan Cizîrî
Mirov bi hêsanî dibînê ku gelek têgeh weke aqil, bîr, hiş di heman wateyê de tên bikaranîn. Di zimanê Kurdî yê rojane de, bêbaldarî ev têgeh dikarin di şûna hevdu de têkevin nava heman hevokê. Heger hinek cudahî di bikaranînê de jî hebin, ev di nava xumamê de baş nayên tefsilandin. Di zimanê me de nayê bîra min, nayê hişê min, nayê aqilê min weke heman bûyer û têgeh tên bikaranîn. Di warê felsefî de hilbet cudahîya di navbêna hiş, bîr û aqil de gelekî eşkere ne. Li di pratîka zimanê Kurdî de li ser pênasînên felsefî û mantiqî, dîrokî, civatî û psîkolojîk zêde niqaş nehatine kirin…
Hevbeşbûna Kurdan di vî warî de qels e. Gelo di vê mijarê de bi rastî bîreke netewî, aqilekî hevbêş, hişekî zindî di kîjan radeyê de ye? An jî ev hevbeşbûn çiqasî tebût e û mîrateyeke dîrokî û kulturî di nava xwe de vedihewîne gelo?
Lê di çi wateyê de ev têgeh bên bikaranîn bila bên bikaranîn, di mînaka hiş, bîr û aqil de problemekî kurdan ya mezin heye.
Çi ye ev problem?
Çavkaniyên bîr, hiş û aqil gava ku ne hevbaş bin, di pirsa ragîhandin, zanebûn û hişmendîyê de tecrubêyên hevbeş, fikir û ramanên hevbeş, hest û dîroka hevbêş zêde roleke guherînî û helwestgirtinê nikare bigirê ser milên xwe. Danûstandinên sîyasî û dîrokî, felsefî û exlaqî hûro mûro dibin, hemadengî di nava wana de ava nabe, hatûçûn li ser rêbazeke diyarkirî nameşe û hevdû baş fêm kirin nabe pirsa sereke. Nîqaşên di vî warî de zêde berhemdar nabin. Em ne bi hevdu re niqaşan dikin, em di ber hevdu re, di ser hevdu re, dibin hevdu re diaxivin. Ji ber ku referansên me yên hevbeş qels in, gotubêjên me jî kûr nabin û heyvanê me mastê me baş nameyîne…
Gava ku di tûrikê Kurdan de tenê çîroka Mem û Zîn hebe, ev rastî tucara nikare têra ku mirov helwestên netewî bigirin bike. Çavkanîyên netewî, dîroka hevbeş, tecrubêyên ku hestên netewî xurt dikin, pîvanên exlaqî çiqasî hevbeş bin, ji heman kaniyê avê vexwûn, helwestgirtineke netewî ewqasî hêsanîtir dibe hilbet. Ji bona mînak; rewşenbir û sîyasetmedarên ku xizmetê ji serdestan re, ji dagirkeran dikin, ew ji bihêsanî qala Mem û Zîn dikin.
Dîsa em dizanin ku mirovên ku ji bona welatê xwe, ji bona netewa xwe tiştên ku pêwistin dikin, li himberî dagirkerîyê têdikoşin, ew ji qala Mem û Zîn dikin! Ma hema Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, û Meleyê Cizîrî tenê têra aqilekî netewî dikin gelo? Kurdên me îro çiqasî ji edebîyat, dîrok û nirxên Kurdan yên hevbeş behra xwe girtine? Em çiqasî heremên xwe û kultura wana baş nas dikin? Em çiqasî kultura xwe ya devkî dizanin? Em çiqasî ekonomî û dîroka xwe rast fêrbûne? Em çiqasî şariştanîyên ku li welatê me avabûne, nas dikin? Govend û stranên Kurdî, ma heta nûha bûne mîrateyeke hevbeş an na?
Ji bona aqilekî hevbeş, netewî û civakî ava bibe, û ew jî bibe beşek ji nasnama Kurdan, divê mirata Kurdan ku li vir û li wir belavbûye, bi hevdu re entegre bibe û di nava hevdu de were meyandin. Hişmendiya Kurdî divê ji vê kanîya hevbeş were avdan û ev mîrate di nava nasnameya Kurdî de were serifandin.
Aqilê hevbeş, bîra hevbeş, hişê hevbeş nikare rêzber be. Rêzberbûn di gelek waran de ji rastîya Kurdistanê bidûr dikeve. Netewayetî bêşik şênberbûnê ji me dixwaze. Divê ev têgehên hanê li ser pratika Kurdistanê bêne ava kirin, goşt û xwîna xwe ji mîrateya civata me bigire û bi Kurdî xwe îfade bike.Ma aqilê ku ji kîsî xelkê be, çiqasî dikare bikêrî doza welatê me were gelo? Aqilê Kurdan yê hevbeş divê Kurdî be û bihêsanî bikaribe xwe bi aqilekî gerdûnî re entegre bike! Em li dinyayê dijin lê em Kurd in! Aqilê me yê hevbeş jî divê li ser vê rastiye ava bibe!