Welat, însanên xwe, dema xwe, enerjiya xwe, perê xwe di vê rêyê de winda dike.
Divê mesele bê çareserkirin.
Lê gava ku ihtîmala çareseriyê derdikeve holê, hin kes dikin qareqar û dibêjin: “Em çareseriyê dixwazin, lê .areseriyeke wiha naxwazin.”
Baş e, hûn çareseriyeke çawa dixwazin?
Çareseriyeke ku gava tirkên neteweperest qebûl bikin ku kurd “tirk” in, ji nasnameya xwe feragat kirine, PKK’yeke ku bê şer û merc çek berdaye dixwazin.
25 salan dewletê li pey vê eletewşiyê meşiya û bû sedema bi hezaran însanan, hewl da meseleyê bi çek çareser bike, nebû.
25 salên din jî hewl bide, dîsa nabe.
Beşek ji kurdan jî, di bin hinek “navên” cihêreng de, li pey çareseriyekê digerin ku li gorî vê çareseriyê, rêveberiya herêmê yekser “dewrî rêveberiyên kurd” bê kirin û PKK jî wekî rêxistineke çekdar li herêmê bi awayeke azadane bigere.
Ma mimkûn e?
Heger mimkûn bûya, wê di nava 25 salan de pêk bihata. Lê pêk nehat.
25 salan me hemûyan bi hev re dît ku bi windakirina bi hezaran miriyan û bi windakirina bi sed milyaran dolarî çi pêk nayê.
Her du alî jî ne xwediyê wê hêzê ne ku tiştên di “serê xwe de”, bi riya çekan bidin pejirandin.
Liberxwedayîna di van pozîsyonan de, şerê heyî dirêj dike, tu encamê jî bi xwe re nayîne.
Divê em rêbazeke din bibînin.
Divê tirk; hebûn, nasname, ziman û çanda kurdan bipejirînin. Kurd jî divê rêveberiya herêmê bi riya “hilbijartinê” bi dest bixin.
Gelo pejirandina ku kurd, kurd in û mafê wan heye ku zarokên xwe bi perwerdehiya kurdî perwerde bikin çima hewqas zor e.
Kurd, kurd in û kurd bi kurdî diaxivin.
Tu kesek nikare vê rastiyê biguherîne.
PKK jî heke rêveberiya herêmê dixwaze, divê vê yekê bi awayeke bêçek, bi riya hilbijartinê kar bike, ji bo vê yekê ne tenê tirkan, divê kurdan jî qane bike.
Di rewşeke ku her du alî jî pozîsyona xwe neguherînin de, emê aştiyê çawa peyda bikin?
Her wekî ku herkes ji zûde ye dîtiye, divê pêşî “nefret” ji holê bê rakirin. Lê piştî şerekî 25 salan ev hewçend jî ne hêsan e.
Ocalanê ku li Îmraliyê bi rayedarên dewletê re hevdîtinan dike, bi qasî ku fêm dikim, li riyeke ku “nefretê” ji holê rake digere.
Bi qasî ku dibînim, dîtiye ku ev rê ji ku jî derbas dibe.
Riya çareseriyê ew e ku tirk bixwe jî pirsgirêkên kurdan, êşên ku kişandine, neheqiyên ku pêrgî wan hatine parve bikin û fêhm bikin.
Di vî warî de riya çareseriyê, ji “tirkîkirina” kêşaya kurd derbas dibe.
Parêzerên Ocalan bi gelek kesan re didin û distînin.
Bi Huseyîn Gulerceyê ku yek ji navên sereke yên cemaeta Gulen e re jî hevdîtinê kirin.
Bi qasî ji nivîsa dawî ya Huseyîn Gulerce em fêhm dikin ku pêrgî/rastî êrîşeke mezin hatiye.
Ez fêhm nakim çima êrîşî Gulerce dikin.
Heke hûn “neteweperestekî şoven” bin û difikirin kurd rastî tu neheqiyan nabûne, nasnameyeke bi navê kurd tuneye, maf e ku kurd zarokên xwe bi zimanên dayîka wan perwerde bikin, lê kurd nikarin vê yekê bikin, hûn dikarin ji Gulerce hêrs bibin, lê heger hûn demokrat bin, an jî bawermendekî ku difikire “herkes wekhev hatiye afirandin” û herkes evdê Xwedê ye, wê gavê hûnê çima li Gulerce hêrs bibin?
Tiştekî ku misilmanekî baş bike, kiriye.
Di demeke ku “cînarê wî birçî radizê” de an jî “di nava êşê de radizê” de, ketina xeweke rehet red kiriye. Ma misilman ji vê yekê re hêrs dibin?
Ji “neteweperestiya” ku guh nade cînarê xwe re misilmantî tê gotin lê em nizanin?
Bi ya min divê misilmanên baş û rast dest biavêjin çareseriya meseleya kurd. Ne tenê Fethûlahî, ji bo agirê li holê bê tefandin, divê tevahiya dîndaran bikevin nava tevgerê.
Li tevahiya Tirkiyeyê tekane kesê ku xwediyê hêza bêdengkirina çekan Apo ye.
Ji bo çek bêdeng bibin, aştî pêk were li riyekê digere. Bêyî ku piştgiriya gelê xwe winda bike, lê ji bîr neke ku li vî welatî tirk jî dijîn, hêviya xwe nespêre şêwazeke tehdîtkar, hewl dide riyeke çareseriyê bibîne.
Gelek tirk jî, gelek kurd jî hene ku ji Apo bihêrs in, lê ev hêrsbûn, rastiyê naguherîne. Tenê eliqîna bi rojên derbasbûyî, dahatuyek nayê avakirin.
Heke zilamê ku berê şer dixwest niha aştiyê dixwaze, ji bo vê hewl dide û heke hûn jî alîgirê aştiyê bin, alîkariyê bikin ku riya aştiyê vebe.
Vê serdema agirbestê baş binirxînin.
Ji dêvla ku hûn hêrsa xwe di serê Gulerce de rakin, hûn jî gotineke ku “nefretê” ji holê radike bibêjin, projeyek pêk bînin.
Ev ji bo misilmanan xêr e, ji bo demokratan peywir/wezîfe ye.
Ji ber ku tiştê bê kirin, ji bo bextewariya hevpar a mirovan alîkariyek e.
Ahmet Altan
[email protected]
Wergera Kurdî: Jar Jan Dilpola