Cîhan

Amerika û Tirkiye di derbarê Suriye û Kurdistana Rojava de li hev kirin

Cîgirê serokê Amerikayê û wezirê derve yê Amerikayê li gel heyetek bilind ji bo pirsgirêka Suriye û Rojavayê Kurdistanê serdana  Enqere kirin.

Cigirê serokê Amerikayê Pence li gel Erdogan civiya. Piştî civîna Pence û Erdogan civînek berfireh di navbera heyetên herdu welatan de pêkhat. Vê civînê nêzikî 5 demjimêra berdewam kir û di encam de herdu alî gihatin lihevhatinekî.

Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê:

-Tirkiye û Amerîka weke du hevalbendên NATOyê tekeziyê li ser peyedniyên xwe dikin û Amerîka nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê asayîşa sînorê wê yê başur têdigihije

-Amerîka û Tirkiye di serî de bakur rojhilatê Sûriyê dê derbarê pêşhatên li qadê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kar bikin

-Amerîka û Tirkiye tekeziyê li ser sozên xwe yên ji bo parastina axa NATOyê û gelên wê dikin

-Herdu welat sozên xwe yên ji bo parastina jiyana mirovan, mafên mirovan û pêkhateyên olî û etnîkî dubare dikin

-Tirkiye dê soz dide ku asayîşa xelkê ku di nav wê navçeya aram de dimîne biparêze

-Herdu welat pabendbûna xwe ya bi yekgirtina axa Sûriyê û biryara 2254 a Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî (NY) bo bidawîkirina aloziyên li Sûriyê dubare dikin

-Tirkiye dê bo maweyê 120 demjimêran êrişa li ser Rojava rawestîne

-YPG bi kurahiya 32 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê vedikişe, piştî vekişîna YPGê di wî maweyî de, Tirkiye dê êrişê bi temamî rawestîne

-Tirkiye û Amerîka li gel hev berpirs in ji zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne û divê li gel hev rê bigirin li ber serîhildana DAIŞê ji nû ve

-Divê hemû pêkhateyên li bakurê Sûriyê bên parastin

-Tirkiye navçeya aram ji rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê ava dike û kontrol dike û herdu alî dê bi hev re kar bikin

-Dema ku Trkiye operasyon rawestand, ew sizayên ku Amerîkayê biryar dabû bi ser Tirkiyê de bisepîne dê bên rakirin

-Herdu alî ji bo armancên ku di vê rêkeftinê de tekezî li ser hatiye kirin, dê bi hev re kar bikin

 

Back to top button