Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya di derbarê azadiya olî ya sala 2021ê eşkere kir. Di heman raporê de behsa rewşa Iraqê û herşma Kurdistanê jî hatiye kirin.
Wezeret di rapora xwe de dibêje li deverên derveyî desthilatdariya hukumeta Kurdistanê, destwerdanek li ser azadiya olî heye û Wezareta Derve rexneya li helwesta Heşda Şeibî û PKKê dike û dibêje: Komên olî yên kêmanîne yên wek Xiristiyan û Êzidî, amaje bi wê yekê kirine ku hebûna komên çekdar ên nêzîkî PKK û çekdarên Heşdî Şeibî jiyana welatiyan xistiye metirsiyê.
Di rapora de hatiye destnîşankirin ku Destûra Iraqê Îslam wek dînê fermî qebûl dike û amaje pê dike, nabe ti qanûneke ku derkeve berovajî prensîbên Îslamê be. Destûr her wiha behsa azadiya ol û pêkanîna wê ji bo hemû kesan dike, di nav wan de Misilman, Mesîhî, Êzidî û Sabiî hene lê bi eşkere behsa peyrewên olên din û nebawermendan nake.
Di raporê de hat gotin, “Sînordarkirinên li ser azadiya olî li derveyî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam in. Li gorî kesayetiyên olî û nûnerên rêxistinên sivîl, hêzên ewlekariya Iraqî, tundî û tirsandin li dijî endamên komên kêmîneyan hatine kirin.”
Amerîka salane li ser azadiya olî ya li seranserî cîhanê raporekê belav dike.