Amerîka: PKK bûye çavkaniya endîşe û fikaran

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel diyar kir ku PKK bûye bingeha endîşe û fikaran û bang kir ku sivîl ji xetereyan bên paraztin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Patel, di civîna çapemeniyê de di derbarê PKK de daxuyanî da. Berdevk Patel bal kişand ku PKK bûye çavkaniya endîşe û fikaran û banga paraztina sivîlan ji xetereyan kir.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mîqdad Mîrî di civîna çapemeniyê de li Bexdayê de axivî bû û diyar kiribû ku li pişt hemû şewatên ku li bazarên Kerkûk û Herêma Kurdistanê derketine PKK û yekîneyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) heye û diyar kir ku 2 kes ji wan ser bi Yekîneya Dijî Terorê ne.
Li ser vê yekê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Patel anî zimên ku divê xelkê sivîl ji xetereyan bê paraztin û got ku PKK êdî bûye kanî û çavkaniya endîşe fikaran.


