Amerîka piştgiriyê li hinartina nefta Kurdistanê dike
Hikûmeta Amerîkayê piştgiriyê li hinartina nefta herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên cîhanê dike û Tirkiye û Amerîkayê peywendiyeke mokim di warê aborî de heye.
Ernest Monîz berprisê karûberên enerjiyê li hikûmeta Amerîkayê di hevûeyvîneke xwe de digel malpera NewsAZ dibêje ku, Amerîka dixwaze nefta Îraqê bigehe bazarên cîhanê, evca ew neft çi li başûrê Îraqê yan jî herêma Kurdistanê be û ji bo Amerîkayê feriq nake.
Ernest ku şareza û pisporê warê enerjiyê ye û li Amerîkayê navdar e, di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, Amerîka û Tirkiyeyê têkeliyên bihêz hene û ew têkelî dê her wisa xurt û saxlem bimînin û herêma Kurdistanê jî têkeliyên bihêz yên aborî digel Tirkiyeyê hene û niha her du alî di nava danûstanbdinan dene ku, nefta herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bigehe bazarên cîhanê û nisbeke mezin a nefta herêma Kurdistanê li Benderê Ceyhan embar kiriye.