Cîhan

Amerîka operasyonên xwe li bakurê Sûriyê berfireh dike

Rojnameya Washington Post li zimanê rayadarên Amerîkî da xûyakirin ku, Wezareta Berevaniyê xwe amade dike ku hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re li bakurê Sûriyê ji nû ve dest pê bike û berfireh bike.

Rojname dibêje ku, berpirsên Amerîkî pêşbînî dikirin ku ev pêngava  Pentagonê, pêwendiyên bi Tirkiyê re aloztir bike, bi taybet ku Tirkiye HSDê bi êrîşa meha borî ya li Stenbolê tometbar dike.

Washington Post diyar kir, 3 berpirsên hikûmetî yên Amerîka ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, di wê baweriyê de ne ku Enqere dê bersiva biryara Washingtonê bi şandina hêzên bejayî bo bakurê Sûriyê bide” wek çawa berê jî gefa wê xwaribû.

HSDê jî dabûn xûyakirin ku, wan dîsa dest bi operasyonên hevbeş ên dijî terorê bi Washingtonê re kirine, piştî ku  wan ji ber bombebarana Tirkiyê ew operasyon rawestandibû.

Back to top button