Cîhan

Greva giştî ya li Îranê û rojhilatê Kurdistanê didome

Greva giştî ya li Îranê didome, gel kolanan naterikîne.

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Mahsa Emînî dest pê kiribûn 3 meh in dewam dikin. Duh li gelek bajarên Îranê greva giştî ya 3 rojan hatibû ragihandin. Di dema ku li 29 bajarên kurdan grev dihatin lidarxistin, hikûmeta Îranê ragihand ku xwepêşanderên ku cezayê îdamê lê hatine birîn, dê bên îdamkirin.

Xwepêşandanên li Îranê bênavber berdewam dikin. Greva giştî ya ku 3 rojan hatibû îlankirin, bi taybetî li bajarên Kurdan cihê xwe girt. Li gelemperiya welêt çalakiya greva birçîbûnê didome. Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw daxûyakirin ku, Li Kirmasan, Sine, Ciwanro, Pawe, Mehabad, Giyelan, Rwanser, Bane, Kurwe, Seqiz, Dîwander, Îlam, Bokan, Dewêlan, Urmiye, Kengever, kani Dînar, Muj, Cameran, Merîwan grev bi temamî rêveçûn.Dikan hatin girtin, xwendekar neçûn dibistanan û ragihandin ku dernakevin kolanan.

Hat diyarkirin ku li bajarên wekî Kermanşan, Seqiz û Ciwanroyê ciwan bi şev daketin kolanan, agir pêxistin û rê li trafîkê girtin. Xwendekarên bajarê Sine çarşefên xwe rakirin û xwepêşandan li dar xistin.

Ji bo bîranîna çilemîn roja wefata Mihemed Şerîet ku di xwepêşandanên protestoyî de hatibû qetilkirin, merasîmek hat lidarxistin. Li bajarê Dêwlan jî xwendekaran bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” meşek li dar xistin. Êvarî li Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek bajarên din bi pêşengiya ciwanan agir bi cadeyan hat pêxistin. Her wiha li bajarên Îranê yên wekî Arak, Şîraz, Şabad, Tehran, Kazrûn, Kerman û Sîstanê û li parêzgeha Belûçistanê jî grev hatin lidarxistin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de, girseya gel li taxên Ekbatan û Sadabad ên Tehranê kom bû, bi dirûşmeyên li dijî hikûmetê cade li trafîkê girtin. Yên li bendên rêwiyan ên Metroya Tehranê jî bi qîrîna dirûşmeyan piştgirî dan xwepêşandanan. Di dema ku girseya gel a li bajarê Meşhedê li ser cadeyê agir pê ket, xwepêşanderên ku li bajarê Kerecê yê parêzgeha Elborzê daketin kolanan, demek dirêj bi dirûşmeyan meşiyan.

Li bajarên wekî Arak û Zencanê jî çalakî hatin lidarxistin. Piştgirî ji xwendekarên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şîrazê re 209 mamostayên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şîrazê bi daxuyaniyekê piştgirî dan xwendekarên ku nerazîbûn nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê xwendekarên girtî bê şert û merc serbest bên berdan, biryarên lijneya Întizamî bên betalkirin û nehêlin hêzên ewlekarî û polîs bi unîformayên xwe derbasî kampusê bibin.

Back to top button