Amerika ne amadeye ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Diderbarê vekişandina hêzên amerîkayê ji Iraqê wezereta derve ya Amerikayê daxûyaniyek da û dibêje:Hebîna me li Iraqê ji bo şerê li dijê DAIŞê ye.Em perpirsên bi parastina Amerikaniya, Iraqiya û hevpeymaniya.

Berdewamiya daxûyaniya wezereta derva ya amerikayê de dibêje: Em derbarê erka xwe de bo têkbirina DAIŞê li Iraqê zelal bûn. Di vê heyamê de, her şandeke ku em dişînin Iraqê behsa wê dike ka çawa dikarin hevbeşiya me ya stratejîk dûpat bikin, ne weke ku tê gotin behs li ser vekişînê tê kirin. Şandeke NATO yê li Wezareta Derve ya Amerîkayê bû bo behskirina li ser zêdekirina rola NATO li Iraqê. Ev jî li ser bingeha xwesteka Serokê Amerîkayê bû bo ku welatên endam pişka hevbeş di hewldanên taybet bi parastina berevaniya hevbeş de hebe.. “Dibe ku guftugo di navbera hikûmetên Amerîka û Iraqê de tenê di warê emnî de nebe, dibe di warên hevbeşiya aborî, darayî û dîplomasiyê de jî hebe. Em dixwazin dost û hevbeşek bin bo Iraqeke serwer, xweşguzeran û seqamgir.””

Nerîna min :