Cîhan

Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê kêm dike

Wezareta Derveya Amerîka daxuyaniyek di derbarê guftûgoya stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê belavkir û ragihand bi şanda Iraqê ragihandine, ne bi niyetin bingeheke serbaziya herdemî li Iraqê da hebê û hêzên xwe yên li Iraqê kêm dikin.

Li gor daxuyaniyê Wezareta Derveya Amerîka her dû welat rêkeftine, ji bo berev pêşvebirina peywendiyê xwe û her wiha parastina berjewendiyên her dû welatan hengavên pêwîst bavêjin. Amerîka şanda Iraqê piştrast kiriye ku ne bi niyetin bingeheke wan yê herdemî li Iraqê hebê û her wiha hêzên xwe kêm dikin. Heman demî de piştevaniya xwe ji bo karkirina li gel hikûmeta Kazimî dûpatkirine û biryare li meha temmûza îsal careke din bicivin.

Back to top button