CîhanPolîtîk

Pêwendiya Amerîka û DAÎŞ

Li gora tê îdia kirin îstixbarata Amerîka li gel hinek berpirsê DAÎŞê hevditin pêkanine. 7 kesên CIA li devera Hevîce berpirsek yê DAÎŞê Ebu Ehmed El Elwanî re hevdîtin kirine. Herweha tê gotin ku ji êşîra Şemera ya Ereb navçitî ji bo vê hevdîtinê kiriye.

hatiye îdia kirin  ku Amerîkiyan du cara li gel Elwanî hevdîtin pêkanîne û Elwanî Basiyek kevine. Ji xwe li gora nûçeyê Amerika pêwendi li gel Basiyên di nava DAÎŞê de pêktîne. Piraniya çekdarên DAÎŞ li Irakê Basiyên kevinin. Ji bo vê jî Amerîka gelek veşartî ev hevdîtin pêkanîne.

Di vê derbarê de rojnama Tirkî Yenî Şafak îdia dike ku, ev hevdîtin welê kiriye ku du grubên çekdar di nava DAÎşê de hinek agahdariyan bidin îstixbarata Amerîkî û encama vê yekê jî çend operasyon li dijê Bexdadî hatine kirin, û di operasyona de hinek cîgirên Bexdadî hatine kuştin.

Rojname dide xuyakirin ku, Amerîka ev yek gelek nehînî kiriye û taybetî naxwaze hukumeta Tirkiye ji vê yekê agahdar bibe.

Back to top button