Li Hênê kuştî û birîndar hene

Çekdarên PKKê bi otomobilekî bombekirî êrîşê baregehek ya Artêş kir.

Şevîdin li Hênê ya girêdayî Diyarbekirê çekdarên PKKê bi otomobilekî bombekirî li ber avahiya leşkera teqandin. Piştî ku otomobil teqiya di nava çekdarên PKKê û leşkera de şer derket. Heta demekî ji bo sedema şer ambulans nekarîn bigihin cihê bûyerê.

Di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndarin. Ni nava birîndaran de leşker, malbatên leşkera û sivîl jî hene.

Piştî teqandina otomobîlê demek dirêj şer berdewam kir. Vê sibehê jî leşker û polisa dest operasyonek berfireh kir.

Nerîna min :