Cîhan

Amerîka hebûna Tirkîyê wek “tehdîdek netewî” bi nav kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku êrîşa leşkerî ya Tirkîyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji bo ewlehîya wan a netewî xeter e û biryara “Awarte” ya di derbarê Sûrîyê de salek dirêj kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku kiryarên Tirkîyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê şerê li dijî DAIŞê têk dibe. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryarnameya awarte û netewî ya li ser Sûrîyê dirêj kir. Sedem ew e ku Tirkîye li Sûrîyê li ser ewlehîya netewî ya DYA tehdîdê dike.

Di danezana ku ji Qesra Spî hat parvekirin de ev daxuyanî hatin dayîn: “Rewşa nav Sûrîyê û girêdayî wê, û bi taybet kiryarên ku Hikûmeta Tirkîyê ji bo destpêkirina êrişek leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) pêk tîne, hemleya têkbirina Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyê (DAIŞ) têk dibe, sivîlan dixe metirsîyê û gefan dixwe. Li herêmê aştî, ewlekarî û îstiqrarê têk dibe. Ev yek li ser ewlekarîya netewî û siyaseta derve ya Amerîkayê gef e”.

Back to top button