Amerîka gefa girtina balyozxaneya xwe ya Bexdayê dike
Çavkaniyek ji Nivîsîngeha Berhem Salih Serok Komarê Iraqê ragihand, Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka bi Serok Komarê Iraqê ragihandiye, eger bi armanckirina Balyozxaneya Amerîka ya bi mûşekan neyê ragirtin, Amerîka Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê digre. Eve jî piştî ewe pêkhat ku desteya Heşda Şe’bî bi eşkere hewlên xwe yên bombebarana Balyozxaneya Amerîka ragihand.
Ew çavkanî li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da got: Berî du rojan Pompeo li peywendiyeke telefonî da bi Berhem Salih Serok Komarê Iraqê re gotiye, li rewşek da eger bi armanckirina balyoxaneya wan ya bi êrîşên mûşekî neyên rawestandin, welatê wan bi niyaze di demeke nêzîk da Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigre.
Her wiha got: Pompeo ji bo Berhem Salih tekez jî kiriye biryara girtina Balyozxaneyê jî vedigere ser biryara Serok Donald Trump ku naxwaze biçê hilbijartinan da di demek da Balyozxaneya welatê wan berdewam rastî bombebaran û gefan dibe.